Nivîsar

Çavê nijadperestiyê kure

Li Kurdistana Başûr referanduma serxwebûnê çêbû. Referandum ji saya serê pêşmergeyên Kurdistanê û desthilatdariya siyasî di warek aram de encam da. Li Kurdistana Başûr dengdana referandumê wek her welatek pêşketî di cîhanê de pêkhat. Xelk bi îrada xwe çû ser sendoqa û dengê xwe da. Ji hemû beşên Kurdistanê û kurdên diyaspora çavderiya  dengdanê hat kirin.Referandum çêbû, lê dinya xirab nebû, welat nehatin wêrankirin, tixûb nehatin guhertin. Kurda tenê mafek xwe yê xwezayî bi karanîn û li cihanê da xûyakirin ku ew çi dixwazin, ev yek jî bi awayek şehristanî dan xûyakirin.Li himber nekirina referandumê gelek hewldan hatin kirin, dewletên Ewropayî û Amerika digotan niha ne dema referandumê ye , dê şerê li dijê DAÎŞê aloz bibe. Ji aliyek din Tirkiye, Iraq û Îran digotin divê referandum ji binî neyê kirin. Yani mafê kurda tuneye biryara çarenûsa xwe bidin.Tirkiye zimanek ne siyasî lê zimanê kolana bi karanî. Hersê dewletan kurd tehdît kirin. Heta Tirkiye da xûyakirin ku ewê welê çêkin kurd li Başûr birçî bimînin. Ev tawanek li dijê mirovatiyê ye.Di encam de Tirkiye, Suri, Iraqk û Îran dan xûyakirin ku vê referandumê nasnakin. Hersê welatan li dijê Kurdistana Başûr ketin di nava helwestên hevbeş. Yanî peymana îxanetê ya Cezayir nûjen kirin. Di bingehê xwe de ew li dijê hemû kurda û mafên wan yên xwezayîne.Zimanê tehdîtê kartînin, lê li himber vê yekê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî banga diyalogê kir. Da xûyakirin ku ew prosesa serxwebûnê ne bi tundî lê bi aşîtiyanê rêve bibin.Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzani hevpeyvînek dûr û dirêj li gel medya Tirkî kir. Behsa aşîtî û diyaloge kir . Behsa pêwistiya pêwendiyan kir û da xûyakirin ku ew li welatê xwe biryara çarenûsa xwe didin.Lê zimanê tehdîtî berdewam kir. Taybetî Tirkiye evê demeke tenê rojeva xwe kiriye referanduma serxwebûnê. AKP çewtiyek dîrokî dike. Eger ev helwesta AKPê berdewam be dê ew bi xwe ji herkesî gelektir zererê bibînin. Ne hevceye mirov gelek tişta bêje. Lê ez baş dizanim ku ew kudreta hukueta herêma Kurdistanê heye ku hemwelatiyên xwe li himber êrîşên dijmina biparêze. Gotinên bê edebî ji aliyê kesên bê edeb ve tên gotin û valane.Li Tirkiye sala 2019 hilbijartin çêdibin. Emê bibînin eger ev siyaseta dijminane li himber Kurdistana Başûr bê rêvebirin dê dawiya desthilatdariyek AKPê bê. Gotinek kurdî heye“ dema ecelê bizinê tê nanê şêvên dixwe“20 milyon kurd li Bakurî Kurdistanê bi hemaseyek li himber Başûr hene û dê dema pêwist di vê bidin xûyakirin.Kurd di herêmê de nabin tehdît li ser kesekî. Ew faktorê aramiyê û aşitiyê ne. Tecrûba 20 sala ev daye xûyakirin.Xebera nexweş li xweyê xwe vedigerê.28.Îlon.2017Dara Bilek 

Back to top button