Civak
Mesrûr Barzanî ji bo Helkewt Ezîz peyama sersaxiyê belav kir
09/06/2026
Mesrûr Barzanî ji bo Helkewt Ezîz peyama sersaxiyê belav kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya nûçegihan û berpirsê Nivîsgeha Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir. Helkewt Ezîz îro li ser rêya di navbera Bexda û Besreyê de rastî qezayeke trafîkê hatibû. Piştî ku barhilgirek li otomobîla wî qelibîbû, ew bi giranî birîndar bûbû. Helkewt Ezîz piştî nîvro ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da. “Ez hevparê xema wan im” Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de xembariya xwe anî zimên û sersaxî ji malbat û hevalkarên Helkewt Ezîz re xwest. Daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye: “Bi mixabiniyeke mezin, min nûçeya koça dawî ya rojnameger, nûçegihan û berpirsê Nivîsgeha Tora Medyayî ya Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz bihîst. Ez sersaxiyê ji hevkar, kesûkar û malbata wî ya birêz re dixwazim û ez hevparê xema wan im. Xwedayê mezin cihê wî bike bihuşt û sebir û aramiyê bide hemûyan.”
Bafil Talebanî: Em xemgîniya malbat û hevkarên Helkewt Ezîz parve dikin
09/06/2026
Bafil Talebanî: Em xemgîniya malbat û hevkarên Helkewt Ezîz parve dikin
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, ji ber koça dawî ya Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir. Bafil Talebanî di peyama xwe de sersaxî da malbat, heval û hevkarên Helkewt Ezîz. Serokê YNKyê sersaxî ji hevkarên wî yên li Tora Medyayî ya Rûdawê re xwest û anî zimên ku ew xemgîniya wan parve dikin. “Xwedê wî bi bihuştê şa bike” Bafil Celal Talebanî di dawiya peyama xwe de ji Xwedê xwest ku ruhê Helkewt Ezîz bi bihuştê şa bike. Her wiha wî hêvî kir ku Xwedê sebir û aramiyê bide malbat û hemû mirovên wî. Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Helkewt Ezîz, îro di encama qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest da.
Peyama sersaxiyê ji bo wefata Helkewt Ezîz
09/06/2026
Peyama sersaxiyê ji bo wefata Helkewt Ezîz
Peyama sersaxiyê ji bo wefata Helkewt Ezîz Rêzdar Ako MuhammedBerpirsê Giştî yê Rudawê Me bi xemgînî bihîst ku, nûçegîhanê RudawêHelkewt…
Di derbarê qanûna “Tirkiyeya Bê Teror” de. Plana du-qonaxî
07/06/2026
Di derbarê qanûna “Tirkiyeya Bê Teror” de. Plana du-qonaxî
Xebatên piralî li ser qanûnî ya ku ji bo pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” tê plankirin zêde dibe, li gora dixweyê…
Li Wanê du otomobîl li hev ketin! 4 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.
07/06/2026
Li Wanê du otomobîl li hev ketin! 4 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.
Li navçeya Çaldiranê ya Wanê, di bûyerak a trafîkê de 4 kes mirin û 2 kes birîndar bûn. Piştî agahdarkirinê,…
Koç pêkenokekî de”heqaret” li jina Kurd kir..!
06/06/2026
Koç pêkenokekî de”heqaret” li jina Kurd kir..!
Karsazêke navûdeng yê Tirkiye, rahmî Koç li bajarê Izmîrê di rewrisma vekirina nexweşxaneyekî de henekek kir. Heneke wî li ser…
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di Roja Cîhanî ya Jîngehê de
05/06/2026
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di Roja Cîhanî ya Jîngehê de
Îro di Roja Cîhanî ya Jîngehê de, ez silav û rûmetên xwe pêşkêşî hemû parêzvanên jîngehê, rêxistin û aliyên têkildar…
Asaib û tabûrên Îmam Elî dest bi radestkirina çekan kirine
05/06/2026
Asaib û tabûrên Îmam Elî dest bi radestkirina çekan kirine
Komîteyek asta bilind li Iraqê çavdêriya radestkirina çekan dike. Serokê şaneya medyayê ya ewlehiyê ya Iraqê got ku tevgera Ehl…
Em bangî gelê xwe yê Qoserê dikin ku bi berpirsyarî û baldarî tevbigerin
05/06/2026
Em bangî gelê xwe yê Qoserê dikin ku bi berpirsyarî û baldarî tevbigerin
Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Nezîr Gelerî: Em bangî gelê xwe yê Qoserê dikin ku bi berpirsyarî…
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
04/06/2026
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Qeys Mihemedawî roja Pêncşemê ragihand ku hikûmet planeke nû ji bo yekkirina hêzên çekdar…
Koçber vedigerin
02/06/2026
Koçber vedigerin
Îsal karwanê yekem koçberan ê ku dê ji kampên Herêma Kurdistanê vegere cihên xwe yên li deverên cuda yên Îraq û herêmên nakok ên Başûrê Kurditanê amadehiya vegerê dike. Pêvajoya vegerê ku nêzîkî 600 malbatan li xwe digire, di bin siya wan nîqaşan de bi rê ve diçe ku ev 6 meh in alîkariya darayî nedane wan koçberên ku berê vegeriyane. Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cîhangîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku dê rojên pêşiya me nêzîkî 600 malbatên koçber ên ku li kampên parêzgeha Dihokê dijîn vegerin cihên xwe yên berê. Ev karwan dê bibe koma yekem a koçberan ku sala 2026an vedigere. Ji bo dabînkirina xerciyên vegerê, dê rêxistineke navneteweyî ve milyonek û 500 hezar dînarî bide her malbatekê. Li kampan 18 hezar malbat mane Niha li kampên Herêma Kurdistanê nêzîkî 18 hezar malbatên koçber dijîn ku piraniya van malbatan Kurdên Êzidî ne. Koçber li 22 kampan dimînin û 18 ji van kampan li parêzgeha Dihokê ne. 13 hezar lê tenê 8 hezar malbatan alîkarî wergirt Li gorî biryara Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê, divê 4 milyon dînarî wekî alîkariya darayî bidin her malbateke ku vedigere lê Elî Cîhangîr diyar kir ku ji ber nepesendkirina yasaya budceyê ev 6 meh in pere nehatiye dayîn û anî ziman: “Ew alîkariya ku diviyabû bidin koçberên vegeriyayî nehat dayîn. Heta niha ji 13 hezar malbatên ku vegeriyane tenê nêzîkî 8 hezar malbatan ev alîkarî wergirtiye.” Budceya salane ya Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê wekî 276,9 milyar dînarî hatiye diyarkirin û 15,9 milyar dînarê wê ji bo meaşên karmendên wezaretê tê veqetandin. Sala 2014an piştî ku DAIŞê êrişî Şingalê kir, bi hezaran Kurdên Êzidî xwe spartibû Herêma Kurdistanê û beşek ji wan jî neçar mabûn ku koçî derveyî welêt bikin. Tevî ku gelek sal derbas bûne jî hîn bi hezaran malbat li kampan dijîn. Rûdaw
Ji min pêve kesek behsa Ocalan nake..!
02/06/2026
Ji min pêve kesek behsa Ocalan nake..!
Dr. Ali Kemal Özcan li Zanîngeha Tunceliyê wekî serokê beşa sosyolojiyê û şêwirmendê rektor kar dike. Ali Kemal keseyeteke û…
Spasî ji bo hemû beşdarên şîna Hevalê me Eyub Alacabey
01/06/2026
Spasî ji bo hemû beşdarên şîna Hevalê me Eyub Alacabey
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): –Spasî ji bo hemû beşdarên şîna hevalê me Eyup Alacabey Hevalê me, damezranêr…
Rapirsînek balkêş..!
31/05/2026
Rapirsînek balkêş..!
Her çiqas nîqaşên hilbijartinê li Tirkiyeyê berdewam dikin jî, rapirsînên ku ji hêla şîrketên lêkolînê ve hatine kirin jî cihê…
Hejmara geştîyarên biyanî li Kurdistanê berdewam ber bi bilindbûnê ve diçe..
31/05/2026
Hejmara geştîyarên biyanî li Kurdistanê berdewam ber bi bilindbûnê ve diçe..
Berdevkê Desteya Giştî ya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd di dema tevlîbûna xwe ya di gereke nûçeyên Kurdistan24ê de…