Civak
Agir bi otubusê ket 8 kes mirin û 33 jî birîndarin
31/05/2026
Agir bi otubusê ket 8 kes mirin û 33 jî birîndarin
Li Tirkiye navçeya Sarayköy a bajarê Denizliyê, otobusek rêwiyan li bariyeran qelibî û agir pê ket, di encamê de 8…
Dara Bilek: Rûdaw li hemû cîhanê bûye dengê doza Kurdan
30/05/2026
Dara Bilek: Rûdaw li hemû cîhanê bûye dengê doza Kurdan
Dara Bîlek di peyameke xwe de anî ziman, “Rûdaw li hemû cîhanê bûye dengê doza Kurdan a rewa.” Siyasetmedar Dara Bîlek ji bo salvegera 13an a damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê ji Birêvebirê Giştî yê Rûdawê Ako Mihemed re peyamek şand. Dara Bîlek di peyama xwe de got: “Bi minasebeta salvegera 13an a Tora Medyayî ya Rûdawê ez we pîroz dikim û di kesayetiya we de destxweşiyê li hemû karmendên Rûdawê dikim. Dezgeheke medyayê ti carî nikare hemû aliyan razî bike. Ji ber vê yekê dibe ku rastî gelek rexneyan bê. Bêguman hin rexne di cih de ne û hin jî ne di cih de ne lê ya giring ew e ku we Rûdaw gihand asteke cîhanî û bû dengê Kurdan û doza Kurdan a rewa li hemû cîhanê. Bi kurtasî, we karekî gelekî zehmet pêk anî û hûn bi ser ketin. Bêguman gelek astengî di rêya serketina we de çêbûn lê we bi îstiqrar karê xwe domand û hûn bi ser ketin. Ez careke din bi vê minasebetê we pîroz dikim û hêvî dikim bipêşketin û serketina we bidome. Hûn li hemû deveran bûn dengê doza rewa ya Kurd û Kurdistanê. Rêya we vekirî be.” Dîroka 13 salan a Rûdawê Tora Medyayî ya Rûdawê 29ê Gulana 2013an wekî toreke medyayî ya bi televîzyon, radyo û portalê dest bi weşanê kir. Beriya ku Rûdaw wekî toreke medyayî dest bi kar bike, ji du heftenameyên çapkirî pêk dihat. Yek jê weşaneke siyasî û giştî bû ku hejmara wê ya yekem 5ê Nîsana 2008an derket. Ya din jî weşaneke werzîşî bû ku hejmara wê ya yekem 4ê Hezîrana heman salê hat weşandin. Rûdawê bi armanca ku li gel bipêşketinên dîjîtal ên cîhanê gavan biavêje û ji bo parastina jîngehê kaxezê bi kar neyne, weşana xwe ya çapkirî rawestand. Weşana werzîşî 1ê Kanûna Paşîna 2019an bi hejmara 530î û weşana giştî jî 24ê Sibata 2020î bi hejmara 593yan hatin sekinandin. Toreke navneteweyî û piralî Tora Medyayî ya Rûdawê hewl daye ku di warê ragihandinê de sûdê ji teknolojiya herî nûjen wergire da ku her tim nêzîkî şopînerên xwe bimîne. Rûdaw di televîzyonê de bi her du zaravayên Kurmancî û Soranî weşanê dike. Her wiha bi rêya portal û torên civakî jî nûçe û berhemên xwe bi zimanên Erebî, Îngilîzî û Tirkî jî digihîne xwînerên xwe.…
DEM Partiyê tenê serdana partiyên Tirka kir..!
29/05/2026
DEM Partiyê tenê serdana partiyên Tirka kir..!
Li Tirkiye di cejna de piraniya partiyên siyasî serdana hev dikin û cejna hev pîroz dikin. DEM partiyê jî di…
Cejan we pîrozbe….
27/05/2026
Cejan we pîrozbe….
Cejna Qurbanê, roja nêzîkbûnê, roja parvekirinê û roja gihandina destên alîkariyê ye. Em di vê roja pîroz de, pêşî di…
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bo Cejna Qurbana Pîroz
27/05/2026
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bo Cejna Qurbana Pîroz
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hatina cejna Qurbanê peyamek ragihand . Peyam wehaye: Bi boneya hatina Cejna Qurbana…
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
27/05/2026
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî Cejna Qurbanê li Misilmanên Îraq û Herêma Kurdistanê û cîhanê pîroz kir. Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Bi hatina Cejna Qurbanê, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî hemû Misilmanên Herêma Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.” Pîrozbahiya li Pêşmerge û malbatên şehîdan Serokwezîr bal kişand ser rola hêzên ewlehiyê û qurbaniyên şerê li dijî terorê û anî ziman: “Ez bi taybetî cejna Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlehiya navxwe û xizm û malbatên serbilind ên şehîd û enfalkiriyan pîroz dikim.” Hêviya aştî û aramiyê Mesrûr Barzanî xwest ku cejn aştiyê bi xwe re bîne û diyar kir: “Hêvîdar im hûn rojên cejnê di nav xweşî, aramî û şadiyê de derbas bikin. Ez hêvî dikim ku cejn bibe sedema aştî, tenahî, tebayî û aramiya Kurdistan, herêm û cîhanê.” Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de cejna welatiyan pîroz kir û hêviya bextewariyê ji wan re xwest.
Serok Barzanî Cejna Qurbanê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dike
26/05/2026
Serok Barzanî Cejna Qurbanê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dike
Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir, û tê de daxwaz ji tevahiya hêz û…
Werin em vê salvegerê bikin bingehek ji bo yekîtî û têgihîştina hemû hêz û civakên siyasî yên li Kurdistanê
26/05/2026
Werin em vê salvegerê bikin bingehek ji bo yekîtî û têgihîştina hemû hêz û civakên siyasî yên li Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani bi minasebeta 50 saliya şoreşa 26ê Gulanê peyamek weşand. Peyama Nêçîrvan Barzani: Di pêncî saliya…
Şoreşa Gulanê dîrokeke geş û tejî şanazî ji bo gelê xwe tomar kiriye.
26/05/2026
Şoreşa Gulanê dîrokeke geş û tejî şanazî ji bo gelê xwe tomar kiriye.
Serok Barzanî bi minasebeta 50emîn salvegera Şoreşa Gulanê peyamek weşand û tê de Şoreşa Gulanê wek qonaxeke çarenivîssaz a xebata…
Şoreşa Gulanê asoyeke nû li pêşiya tevgera rizgarixwaza Kurdistanê vekir
26/05/2026
Şoreşa Gulanê asoyeke nû li pêşiya tevgera rizgarixwaza Kurdistanê vekir
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya 50 saliya destpêkirina Şoreşa Gulanê peyamek belav kir û…
Serok Nêçîrvan Barzanî du fermanên herêmî ji bo dayîna pile û bilindkirina pileya serbazî derxist
26/05/2026
Serok Nêçîrvan Barzanî du fermanên herêmî ji bo dayîna pile û bilindkirina pileya serbazî derxist
Di daxuyaniyekê de ji bo malpera serokayetiyê, birêz Dilşad Şehab, berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand: Piştî bi dawîhatina xula pêncem…
Serok Nêçîrvan Barzanî destxweşiyê li palewanê navdewletî Namo Fazil kir
26/05/2026
Serok Nêçîrvan Barzanî destxweşiyê li palewanê navdewletî Namo Fazil kir
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li palewanê navdewletî û xortê jêhatî yê kurd Namo Fazil kir ku vê dawiyê…
Ozçelîk:Em bi wefata hevalê xwe yê hêja kek Eyup Alacabey gelekî xemgînin
25/05/2026
Ozçelîk:Em bi wefata hevalê xwe yê hêja kek Eyup Alacabey gelekî xemgînin
Mustafa OzçelîkSerokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata hevalê xwe yê hêja kek Eyup Alacabey…
Eyüb Alacabey koça dawi kir
25/05/2026
Eyüb Alacabey koça dawi kir
Eyûb Alacabey, siyasetmedarek kurd û kesayetek bi nirxbû. Alacabey piştî nexweşîyeka dirêj a penceşêrê koça dawî kir. Bê guman kesayetên…
Kurdan heşt kursî di parlementoya Sûriyeyê de bi dest xistin
25/05/2026
Kurdan heşt kursî di parlementoya Sûriyeyê de bi dest xistin
Di hilbijartinên parlementoya Sûriyeyê de, Kurdan heşt kursî bi dest xistin. Hilbijartin li gorî qanûnek nû hate lidarxistin ku tenê…