Civak

Cejan we pîrozbe….

Cejna Qurbanê, roja nêzîkbûnê, roja parvekirinê û roja gihandina destên alîkariyê ye. Em di vê roja pîroz de, pêşî di serî de cejna hemû gelê me yê Kurd û hemû alema Îslamê pîroz dikin.

Cejna Qurbanê, bi taybetî di van demên ku em tê re derbas dibin, ji her demê zêdetir pêdiviya me bi aştiyê, toleransê û yekitiyê heye. Qurban, sembola fedakariyê ye; fedakarî di rêya çêkirina civakeke adil û wekhev de gaveke herî girîng e.

Bila ev cejn bibe wesîleya rakirina hemû nakokiyan. Bila çanda me ya toleransê, ya ku em ji bawerî û çanda xwe ya dewlemend digirin, di navbera me de xurtir bibe. Divê em ji bîr nekin ku yekitiya gelê Kurd, kilîta çareseriya hemû pirsgirêkên me û misogerkirina pêşerojeke ronî ye.

Di vê cejnê de, em bang li hemû kesan dikin ku li hemberî hev bi dilovanî tevbigerin, destê hevdû bigirin û bi hestên biratiyê li dor nirxên hevpar kom bibin.

Bi hêviya ku ev cejn aştiyê bîne ser axa me, yekitiya me xurt bike û bibe sedema kêfxweşiyê ji bo hemû malbatan.

Cejna we pîroz be!

Karmendên Rojevakurd

Balkêş e ?
Close
Back to top button