Civak

Şoreşa Gulanê dîrokeke geş û tejî şanazî ji bo gelê xwe tomar kiriye.

Serok Barzanî bi minasebeta 50emîn salvegera Şoreşa Gulanê peyamek weşand û tê de Şoreşa Gulanê wek qonaxeke çarenivîssaz a xebata gelê Kurdistanê pênase kir.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa Gulanê qonaxeke girîng û çarenivîssaz a xebata gelê Kurdistanê bû. Ev şoreş berdewamî û hilgira peyam û armancên Şoreşa Mezin a Îlonê bû. Şoreşa Gulanê ji bo hemû aliyan îsbat kir ku eger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê ji bo demekê kurt tûşî rawestanê bûbe jî, lê îradeya gelê Kurdistanê ti carî neşikestiye; berovajî wê, ji bo gihiştina bi armancên pîroz, bi hêvî û hêzeke nû di têkoşîn û xebata xwe de berdewam bûye. Şoreşa Gulanê serkeftin bidest xist, ji ber ku pişta xwe bi qehremaniya Pêşmerge, xweragiriya cemawer û rêkxistineke bi hêz û dirûşm û armancên zelal girê da.

Di 50emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê de, ez spasiya cemawerê Kurdistanê û hemû wan têkoşer, Pêşmerge û nîştimanperweran dikim ku li navxwe û derveyî Kurdistanê roleke qehremanane di Şoreşa Gulanê de lîstine û dîrokeke geş û tije şanazî ji bo gelê xwe tomar kirine.

Di vê yadê de, em silavan ji bo rihê yekem şehîdê Şoreşa Gulanê Şehîd Seyîd Ebdullah Hecî Omeranî û şehîdên Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê dişînin. Azadî û destkeftên din ên gelê me, berhema xwîna şehîdan û qehremaniya Pêşmerge û renc û dilsoziya xebatgerên Şoreşa Gulanê û hemû şoreşên gelê Kurdistanê ye.

Balkêş e ?
Close
Back to top button