Civak
Eyüb Alacabey koça dawi kir

Eyûb Alacabey, siyasetmedarek kurd û kesayetek bi nirxbû. Alacabey piştî nexweşîyeka dirêj a penceşêrê koça dawî kir. Bê guman kesayetên wek Alacabey ji bo Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê windabûnek mezine.
Eyûb temenê xwe yê siyasî de li ser xeteke netewî û Kurdistanî siyaset kir. Kesayetek aşitîxwaz û gelek bi erênî tevdigeriya.
Eyûb yekjê berpirsên DDKO,PDK-TDDKD Û KÎPÊ bû. Herweha yek jê damezerê PAKê û PWKê jî bû. Eyûb di civata Kurd de xwedî îtibarek hêja bû.


