Nivîsar

Çareseriya avakirina hikûmetê pêkanîna herêmên federe ye

Çareseriya avakirina hikûmeta nû ya Îraqê pêkanîna herêmên federe ye

Roja 7ê adara îsal li sertaserî Îraqê hilbijartin bo parlamentoya Îraqê hatin kirin û li gor raya piraniya çavdêrên navxweyî û biyanî ew hilbijartin di atmosferkî azad û aram de derbas bûn.  Sereketina hilbijartinan dilê îraqiyan xweş kir bi hêviya ku di demke zû de hikûmetek çalak bê pêkanîn û bi cidî ji bo xweşkirin rewşa aramiyê û jiyana hevwelatiyan kar bike. Lê ya ku îraqî ne li bendê bûn çê bû. Ev zêdetir ji 5 mehane pirosesa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê di bazineyekê vala da dizivire, civîn li pey civînê, daxuyanî li pey daxuyaniyê, serdan li pey sedanê, tedexola Îranê, tedexola Amerîkayê û destêwerdana dewletên din yîn cîran lê hata îro jî di tunela tariya pêkanîna hikûmeta nû de tu rohnahî diyar nake.

Sê ekterên  serke di şanogeriya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de rol dilîz in. Eyad Elawî serokê lîsteya Îraqiye ku 91 kursî di hilbijartinan de bidest xistine, Nurî Malikî serokê lîsteya Dewleta Qanûnê ku 89 kursî bidestxistine û Emar hekîm serokê lîsteya Îtîlafa Niûtimanî ku 70 kursî bidest xistina. Li vir rola kurdan, Hevpaymaniya Firaksyonên Kurdistanî  dimîne. Bi dîtina min, di halê hazir de, rola kurdan di şanogeriya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de rola navbeynkariyê ye, rola lihevnêzîkirina aliyên din yên Îraqê ye. Hêşta kurd nebûyne ekterên serke di şanogeriyê de, ji ber ku hêşta astenga serke di navbera Elawî, Malikî û Hekîm deye ka kî bibe serokwezîrê Îraqê.

Malikî temsîla beşek ji şîiyan dike, Hekîm temsîla beşê din yê şîiyan dike û Elawî wî jî temsîla siniyan dike. 

Ev hawkêşeya (miadile) li jor çi li bîra mirov diîne? Parçekirina Îraqê bo ser çend herêmên federe li bîra mirov tîne.

Pirsa parçekirina Îraqê bo ser herêmîm federe beriya nuha ji aliyê gelek dipolmatkar û siyastemedarên navxweyî û biyanî ve hatiye azirandin.

Peter Woodard Galbraith di kitêba xwe ya bi navê (The end of Iraq) ku sala 2006ê nivîsîye,  bi dirêjî behsa dabeşkirina Îraqê bo ser sê herêmên federe dike. Ew di kitêba xwe de dinivîse ku êdî mistehîle Îraq yekparçeyî û yekgirtî bimîne. Yên ku dixazin îraqeke yekparçeyî û yekgirî ji nûve ava bikin ew şaş in û ew dîroka Îraqê û pêkatên wê baş nizin in. Galbraith dinivîse ku ne şerte bes bi rêya şerên ehlî dewlet ji hev veqetin û ew, Yekêtiya Sovyetê û Çekoslovakiya weke mînak dide. Herwesa ew dinivîse ku berî şerê ehlî li Îraqê serhilde divê siyasetmedarên Amerîkayê hizira xwe di dabeşkirina Îraqê bo ser sê herêmên federe; şîiye, sine û kurd bike da ku weke tecrûbeya Yogosulaviya lê nehêt, li Yogosilaviyayê nêzîkî 200 hezar kes hatin kuştin û dawiyê jî her Yogoslaviya parçe bû. Galbraith di nivîse ku îlankirina serxebûna Kurdistanê meseleke hetmiye lê ew bi rewşa cîhan, hermî û navxweya Îraqê ve girêdayî ye.

Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê gelek cara behsa hizra dabeşkirina Îraqê bo ser çend herêm federe kiriye. Ew beriya bibe cîgirê serok Obama, wî gelek bi germî piştevaniya hizira pêkanîna herêmên federe bo çareserkirina pirsa Îraqê dikir. Lê piştî wî posta cîgirê serokê Amerîkayê wergirtî hêşta wî pirsa herêmên federa nexistiye rojeva Amerîkayê.

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê gelek caran di hevdîtinê xwe de behsa pêkanîna herêmên federa xistiye rojeva Îraqê û ji aliyê erebên nijadberist ve rastî gelek êrîşan hatiye. Serok Barzanî di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku di hilbijatinên parlamnetoya Îraqê de kurdan deng ji kurdan, siniyan deng ji sineyan û şîiyan jî deng ji şîiyan ra de, ev yek jî realîteya Îraqê ye û ji bo ku Îraq ji vê aloziya ketiya tê de rizgar bibe baştire Îraq bo ser çend  herêmêm federe dabeş bibe.

Di roja 11 tebaxa sala 2006ê de Ebdulezî Hekîm serokê Civata Balaya Îslamî li Îraqê ku, mezintirîn kutleya şîiyan e, di mîtlngeke mezina cemawerî de pêşniyar kir ku her 9 wîlayetên başûrê Îraqê hermek federe pêkbînin. Ev gotinên Hekîm beriya nivîsîn û pesindkirina dastûra Îraqê bûn.

Di destûra Îraqê jî de behsa pêkanîna herêmên federe li Îraqê hatiye kirin.

Ew mînakên min li jor raxistîne ber çavên xwendvanan, mexseda min jê ewe ku pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê jî bi dabesşkirina Îraqê bo ser çend herêmên federe çarser dibe. Hemû siyasetmedarên îraqî vê yeê baş dizanin lê xwe tênagihînin. Çi zû yan direng dê her Îraq bo ser çend herêmên federe bê dabeş kirin û tu kes nikare rê li pêşiya wê bigire.

Ealwî dixaze bibe serokwezîr û ji ya xwe nayê xwar. Malikî li ser wergirtina posta serokwezîrityê îsrarê dike û ew jî ji ya xwe nayê xwar. Emar Hekîm li dijî namzedkirina Malkiye bo postê serokwezîran û ew dixaze yek ji lîste wî, Îtalafa Niştimanî bibe serokwezîr. Ev ji aliyek, ji aliyekê din her du kutleyên şîiyan, Hekîm û Malikî li ser wê yekê ku serokwezîr şîye be bi îsrar in û ew Elawî qebûl nakin.

Li ser van esasên min li jor behis kirîn,  çareseriya minasib ji bo kirîsa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê  eve: Îraq li ser çar herêmên federe bê dabeş kirin:

1-                         Elawî ku temsîla sinan dike herêma siniyan avabike û bibe serokwezîrê Sinesitanê.

2-                         Başûrê Îraqê ku ji 9 wîlayetên şîiyan pêtê bi ser du herêmên federe bê dedabeş bibe û Malkî bibserokweîrê herêmekê û Hekîm jî bibe serokwezîrê herêma din.

3-                         Ji xwe kurdan herêma xwe bi navê herêma Kurdistan heye û tu problema kurdan nîne, ji bilî pirsa Kerkûkê û deverên din veqetandî ku ew jî li gor madeya 140ê tên çaerser kirin

Bi vê çareseriyê Malkî her dimîne serokwezî, Elawî dibe serokwezîr û yek ji lîsteya Hekîm jî dibe serokwezîr û arîşeya serokwezîrtiyê çaser dibe û serê îraqiyan jî rehet dibe.

 

Nasrat Hacî

[email protected]

23.08.2010

Back to top button