Murat Bozlak : Divê Kurdistan û Tirkiye bibe welatek
Serokê Giştî ya HADEP a berê Murat Bozlak di roportajekî Aknewsê de got : Pêwîste Ankara digel Hewlêr Federasyonekî ava bike û ger ew proje serkeve pirsgirêka Kurd jî çareser dibe û Tirkiyê dikare bibe welatê herî mezin û bihêz ya Rojhilata Navîn.
Bozlak wiha berdewam kir : Çareseriya pirsgirêka Kurd ne bi demoqratîkbûne ve girêdayiye tenê bi naskirina mafên demoqratîk a netewiye yê re mimkune ji ber ve yekê jî rêveberên dewleta Tirk divê naskirina nasnameya Kurd, fermîkirina zimanê Kurdî û destura xwe îdarekirina Kurdan bipejirînin . Bozlak balkişand li ser ‘’ Xweseriya Demoqratîk û wiha berdewam kir : Çareseriyekî mayînde bi vî projeyê re ne mimkûne.
Bozlak ji bo referandum jî got : Ez jî weka BDPyê boykot dikim lê ger ez biçûyama ser sendoqê minê bigota ‘’Erê’’ û ez di partiyê de jî rêveber bûma dikarîbûm rengê erê bînim rojevê.