Bi 2,5 mîlyard dolaran 24% ji aktionên kompanîya "Sîlvînît"ê kirî
Zelîmxan Mûsoêvê kurd bi 2,5 mîlyard dolaran 24% aktionên kompanîya “Sîlvînît”ê kirî
Kurdistan.ru: Xwedîyên kompanîya deranîna kalîûma bona zêdekirina ekinê çandinîyê – “Sîlvînît”ê, ku li Rûsîyayê ya here mezin e, du kesên nû ne. Aktionêr-xwedîyên nû yên “Sîlvînît”ê parlamêntarê Dûma Dewletê (Parlamêntoya) Rûsîyayê Zelîmxanê Elî Mûsoêv (24%) û yek ji serekên kompanîya komirê “Sîbûglêmêt” Anatolî Skûrov (20%) in. Buhayê aktionên ku, Z. Mûsoêv kirîne, 2,5 mîlyard dolar e. Mûsoêv û Skûrov ji rojnameya “Vedomosti” ra gotin ku, strûktûrayên wana berî demekê bi tevayî 44% aktionên “Sîlvînît”ê kirîne. Wana ne got, ka çiqas pere û bi çi şertan dane bona kirîna wan aktionan, herwiha ne gotin ka ji kê kirîne. Roja înîya buhurî li RTSê (fonda bîrjayan ya Rûsîyayê) buhayê 44% aktionên sade yên “Sîlvînît”ê 2,25 mîlyard dolar bû.
Analîtîka banka “Renessans kapital”ê Marîna Alêksêênkovayê got ku, buhayê “Sîlvînît”ê yê sûkê bi 33% zêde bûye. Wisa xuya ye ku, ji bo “Sîlvînît”ê konkûrênsîyake mezin bûye,- çavkanîyeke nêzîkî xwedîyên kompanîyayê yên nû dibêje. Mûsoêv û Skûrov nîvê wan pereyan wek deyn ser şeş mehan ji banka VTB hildane,- nasekî wan dibêje. Nûnerê VTBê derheqa vê yekê da tu komêntar neda. Lê çavkanîyeke nêzîkî serokatîya wê bankê ew yek piştrast kir.
Zelîmxan Mûsoêv kurdekî êzdî ye, ew 13ê meha çirîya pêşin sala 1959an li paytextê Gurcistanê – Tbîlîsîyê ji diya xwe bûye. Ew parlamêntarê Parlamêntoya Rûsîyayê ye, cîgirê sedirê komîtêya alîyê pirsên navnetewî ye. Ji sala 1998an ew xwedî û serekê şêwra dîtindarîyê ya karxaneya Pêrvoûralê ya lûleyan bû. Ewî sala 2008an ew firote koma ÇTPZ ya bi serokatîya Andrêy Komarov û Alêksandr Fyodorov. Zelîmxan Mûsoêv xwedîyê kompanîya Dêvêlopêrskê ya bi navê “Rêgîon” e. Ew zewicîye, pênc zarên wî hene. Ew yek ji sedirê Şêwra bazirganîyê ya Rûsîya-herêma Kurdistana Îraqê, herwiha ya Rûsîya-Îraqê ye.