Polîtîk
Barzanî bi fermandarê hêzên Amerîkayê re civiya
Di hevdîtinê de guhertinên dawî û pêşhatên siyasi yên rojeva Iraqê hatin nirxandin. Di vî warî de balkişandin li ser hewla berdewamiya aliyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê di çarçoweya destûra Iraqê de.
Her du aliyan tekîd jî li ser girîngiya pêkanîna hikûmeta hevbeşa nîştimanî û beşdarîkirina tevaya aliyên serkeftiyên di hilbijartinên parlamentoya Iraqê kir û hêvî xwast ku serkirdeyên siyasî bikarin bigihin çareseriyeke minasib ji bo derbaskirina Îraqê ji wê kirîsa ketiye tê de.
Herwesa di hevdîtina di navbera serokê herêma Kurdistan û fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Iraqê pêngavên dawiyê yên vekişana hêzên Amerîkayê ji Îraqê mijareke din a minaqeşeyê bû.