Cîhan

Serokê Yekîtiya Fûtbola Asyayê li Kurdistanê ye

Serokê Yekîtiya Fûtbola Asyayê Mihemed Bin Hemam bi hevalîniya cîgirê xwe Yusif Serkalî bi riya balefirxaneya Hewlêrê hate herêma Kurdistanê û biryar e serdana saziyên werzîşî (sporê) yên  Kurdistanê bike.

Her yek ji waliyê Hewlêrê, serokê Yekîtiya Fûtbola Iraqê, serokê Yekîtiya Fûtbola herêma Kurdistanê û sekreterê giştiyê komîteya Olompiya Kurdistanê amadeyî merasîma pêşwazîkirina serokê Yekîtiya Fûtbola Asyayê bûn.

Piştî gihîştina şanda Yekîtiya Fûtbola Asyayê di preskonferensekê de serokê Yekîtiya Fûtbola Iraqê Hisên Seîd wiha got: “Bi navê hemû xelkê Iraqê em bixêrhatina serokê Yekîtiya Fûtbola Asyayê dikin ku bo cara yekem serdana Iraqê dike, her wiha ez di vê baweriyê de me ku ev serdan meziniyek baş dibe bo fûtbola Iraqê”.

Piştre Mihemed Bin Hemam got: “Ez kêfxweş im ku hatime Hewlêra xweşik, sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê dikim û karên wê cihê pesnê ne ku berdewam piştevaniya Yekîtiya Fûtbola Iraqê dike da ku di karên xwe de serketî be”.

Hemam got: “Pêwîst bû ez zotir bihatama Hewlêrê bi taybet di dema lîstika navbera Hewlêr û Kuweytê de, lê mixabin mijûlbûn bi karan ew serdan paş xist”.

Hemam tekez li ser hejîbûna bajarê Hewlêrê bo meşandina çalakiyên navdewletî kir û wiha destnîşan kir: “Ez hez dikim futbola Iraqê pêş bikeve û tev bajarên Iraqê hejî wê bin ku lîstikên navdewletî têde bên pêkanîn, lê niha bajarê Hewlêrê ji tev aliyan ve hejî ye û lîstikên navdewletî û lîstikên Iraqî têde tên pêkanîn, ev jî cihê baweriya Yekîtiya Futbola Navdewletî ye”.

Mihemed Bin Hemam sedema serdana xwe bo Herêma Kurdistanê aşkera kir ku ji nêzîk ve serdana cihên werzîşî dike û dê serdana projeya Hedef ku ji hêla FIFAyê ve tê serpiriştî kirin bike da ku ji nêzkî ve haydarî hejîbûna bajarê Hewlêrê bo pêkanîna şampiyonên dahatî yên Asyayê be.

 

AKnews

Back to top button