Polîtîk

Nûçeya ku "Ednan Muftî dibe Cîgirê Serok" nerast e!

Li gor nûçeyeke rojnameya Şerq El-Ewsed ku, bi kurdî jî bi berfirehî hat belavkirin, polîtburoya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)ê biryar daye Ednan Muftî bo postê cîgirê serokê herêma Kurdistanê namzed bike, ji ber ku Mam Celal li Bexdayê serokkomar e û Berhem Salih jî li Hewlêrê serokwezîr e, lewra divê Kosret Resûl bi karûbarê rêxistina YNKê ve mijul bibe.
 
Lê di daxwiyaniyekê de bo Rûdawê Ednan Muftî, ew yek red kir ku bo wî postî hatibe berbijarkirin û wiha axifî: ‘’Me hîç behsa tiştekî wiha nekiriye ku ez bibim cîgirê serokê herêma Kurdistanê.’’
 
Muftî, amaje bi wê yekê jî da ku ji xeynî Kosret Resûl behsa kesekî din bo wî postî nehatiye kirin û domand: ‘’Berê jî her behsa Kek Kosret hatiye kirin bo wî postî û niha qala kesekî din nehatiye kirin.’’
 
Endamê polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan jî ew yek red kir ku Ednan Muftî bo wî postî hatibe berbijarkirin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Di civînên polîtburoya YNKê de bi hîç awayekî nehatiye behskirin ku kak Ednan Muftî postê cîgirê serokê herêma Kurdistanê werbigre.”
 
Lê belê li gor daxwiyaniya çavkaniyeke nêzîkî Kosret Resûl, berbijarkirina Kosret Resûl bo postê cîgirê serokê herêma Kurdistanê li ser YNKê rawestiya ye ne ku ewe ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wî qebûl nake.

Back to top button