Dosya

Gelo ma referanduma 12 ê îlonê bo Kurdan destê binberi ye ?

 Referanduma 12 ê  îlona 2010 ê, bo guherandina destûra Tirkiye ya ku inqilabkerên 1980 çêkiriye, mixabin   carekdin didete diyarkirin ku sitratîjiyek hevbeş ya Kurdên bakûr nîne û ew ne karin bo çareseriya pirsa xwe li ser siyasetek tubahî bimeşin.
   
Tirkiye, îro di duryanek hesas de ye. Yan dê vegere bin desthilatdariya leşkerî, û siyaseta dijdemokratik, dê berdewam bike, yan jî dê ber biguherandinên bingehî ve biçe û sistem û zêhniyata kevnare dê bête guherandin. Ev guherandin pirtir gelê kurd elaqedar dike.  Ev buyer, dikaribû bibûya delîvek  nû bo lihevkirinê, bo pêşvebirina doz û mafan , bo qahîmkirina yekitiya siyaseta kurdî.  Lê mixwabin ev jî, dibe sedema jihevbelavbûna gotina siyasî ya kurdî, jihevdurketina helwestan  û  ya kûrkirina nakokiyan.

Di cihê Kurd bi hevbişêwurin û helwestek siyasî bigirin gora wê bilivin, ew hev tawanbardikin. PKK û hêzên siyasî yên nêzokî wê, wek Partiya Aştî û Demokratiyê (BDP)  kampaniya boykotê dikin,  hind rewşenbîr jî pişgirtiya vê yekê dikin, lê partiyên din wek HAK-PAR, KADEP û hind rewşenbî û saziyên civakî yên din, bo dengdayîna erênî dixebitin.
 
Ka bila em  bi rengekî  objektîf li vê pirsê  binêrîn. Dema ku mirov li bendên destûrê yên ku bi vê referandumê, dê bêne guherandin û paşê li hemû destûrê binêre, zelal dibe ku ev guherandin,  rasterast  çu  çareseriyê bo pirsa kurdî pêşkêş na ket. Destûr piştî bête guherandin jî disan mafén gelê kurd û nasnameya wî nas nake. Lê di heman demê de , ev bendên têne guherandin,pir giringin bo xurtkirina demokrasiyê û bi vê yekê, bandorek erênî dê bo mafên gelê kurd jî bête afirandin, merzên parastina mafên bingehî, azadiyên giştî, dê firehtir bibin. Herwesan  rê dê bête vekirin da  ku  destûra heyî di dema were de, bi sanahîtir, çi bi temamî, çi bi pirtî (cuz’î) bête guherandin. 

Wek numune guherandina  qanun û nukirina  Dadgeha destûrî û HSYK . Belê yek ji hîmên qahîm yên rejîma cuntaya 1980, dadgeha destûrî ye , Saziya Bilin a Hakim  û  Dadparêzane (HSYK). Ev saziyene herdem astengin bo guherînên sîstema qanûnî li Tirkiye. Ew herwesan qanûnên heyîn jî bi awayek nejetperestî û dijkurdî şirovedikin û dixebitînin. Jiber vê yekê guherandina rêbaza van saziyan pir giring e. gora vê guherîne, hejmara meclisa wan pirtir dibe, mekanizma biryarê tê huherandin û ew  nikarin wek berê bi keyfa xwe ,xwe nubikin û gora dilê xwe biryarên bingehî bidin.  

Gelê Kurd, bo  demokrasî,  mafên mirovan bigiştî û bi taybetî bo mafên xwe, pir bedelên mezin, pir şehîd dayine, bi sedan hizaran kurd ji sala 1980 û hêve hatine girtin, eşkencekirin, bidehan hizaran hatine kuştin û birînadrkirin. Her guherandinek,  heta buçuk be jî, kêm be jî, disan dibe berhemek, encamek ji xebat û ji keda gelê me. Lê di heman demê de, bo herkesê zelal e ku ev guherandin, ne çareseriye  bo pirsa kurd, ne bersifek laîq e bo daxwaz û hêvîyên gelê Kurd.  Disan di gel vêyekê jî kesê bi însaf nikare bêje, ku ev guherandin dê zererê bo kurdan bîne  yan dê qanûnên heyîn  dê hêj dijwartir bikin.
 
Eger DTP li ser helwesta xwe ya boykotkirinê bidomîne, dengên Kurdan dê di navbera Erê  û boykotê de, dabeş bibin. Heçike dengên bo « Ne » bêne dayin dê pirkêmbin, lewma heta kurdên terefdarên CHP û MHP jî dixwazin, di vê referandumê de, bêjin Erê.  

Referandum û liyên wê yên veşartî.

Ji aliyek din ve , di van guherandinên destûrê de, aliyên veşartî hene, pêwiste siyaseta kurdan pir bi besîret be, û her niho li berçavan bigire.  Ew jî evin:

Yek : eger kurd bi hejmarek piranî bêjin « Erê » û destûr bi vî awayê qels ku mafên Kurdan nas nake bête guherandin, gelo ev yeke, di dema were de,  di rayagiştî ya tirk û cihanî de, di meydanên siyasî û diplomasî de û gora qanûna navnetewî , çewan dê bête şirovekirin.  Gelo ma ew dê bête wateya ku gelê kurd dest ji mafên xweyên çarenûsiyê, yan xedmuxtariyê, yan federaliyê berdide  û bi destûra guherandî ya mefên gelê kurd nasnake, razî dibe ?
 
Du : eger, herweku BDT û terefdarên wê di xwazin , Kurd bêalî bimînin anku neçîne ser sandiqan ( ca çi navî lêbikin bila bikin : boykot , protesto ferq naket), ma dibe ku ev helweste bête şirovekirin , diraya giştiya gel û siyasî de,  ku Kurdan  nexwastin  beşdarî guherandina destûra cunta 1980 binin û   bûn sedema neguherandina sistema siyasî û qanûnî ya bi wê li Yirkiye tê meşandin. .

Bawerdikim ku ev pirsene hêjayî kirinê ne, lewma di vî babetî de, ji helwesata partiyan zêdetir, îradeya gel dê bibe babetê niqaşan. Bê guman ev pirsên teknîkî ne,  ku dibin, di raya giştî de, di warê siyaseta derve de û di warê qanûnî û dîplomasî de bibin sedema  niqaş û sergêjiyan, nexasime eger pirsa kurdî  rojekê di çarceva saziyên navnetewî de wek Netewên yekgirtî, bête nîqaşkirin. 

Li ser pirsa yekemîn

Eger kurd bêjin « Erê » ev na ête weta ku dest ji mafên xwe yên çarenusiyê yan xwedmuxtariyê, yan federaliyê berdidin û bi naveraka destûra guherandî razidibin. Lê disan jî, eger pirsa kurd di platformên  navnetewî de bête niqaşkirin, diplomasî ya tirk dê hewul bide ku vê yekê bixwe wek ergument , li jidê kurdan, bikar bine. Min dora deh salan şerê diplomasî li saziyên ewropî û navnetewî bi dîplomasiya Tirk re kiriye. Herweku, ez zêhniyeta wan nasdikim, bawerdikim ku ew, pir bi hostatî,  bo xwe ,vê yekê dê bikarbînin û dê bikin ergument. Ger çi diplomatên Tirkiye pir kêrhatî û zîrzkin jî, lê dîsan ev encam  bo wan nabite ergument qebulkirî.  Lewma kurd dema dibêjin Erê , ev Erê ne ya giştîya destûrê ye, referandum ne li ser dazaên kurdan tête kirin, lê jibo guherandinek despêkiye bi hêviya ku rê li ber demokatkirinek berfirehtir bête vekirin, bi hêviya ku ev yeke bibe sedemê rawestandina şidetê , û rakirina taboyan û qanunên înkarkirina hebûn a mafên gelê kurd.  Ew bi vê armancê dibêjin Erê . 

Li ser pirsa duyemîn :

Di rewşa duyemîn de, helwesata BDP û PKK dikare, ji layê dîplomasiya tirk ve, ji layê derdorên siyasiyên niyetxirab ve, li dijê mafên kurdan , bête şirovekirin.  wek argumant. Ew dê liberbigerhin ku hem bi raya giştiya tirk, hem jî bi ya navnetewî bidin bawerkirin ku delîva guherandina destûra cuntaya 1980 hebû û eger Kurdan piştgirî kiribûya, bê guman ew da ête guherandin, lê saziyên wan yên mezin çi yên qedexekirî wek PKK, çi yên rewa ( legal) wek BDP, Belediye û komalên çivcakî  bi awayek çalak bo deng nedanê xebitîn û nexwastin tevlî pêvajoya guherandin û demokratikkirinê  bibin, bi sedemê vê yekê  destûr nehate guherandin. Bi vî  rengî ew dê hewul bidin şek û gumanan li ser cidiyeta daxwaz û bizava gelê kurd  bi giştî, peyda bikin.
 
Mirov dikare bêje ku Boykotkirina vê referandumê ji aliyê BDP û saziyên din yên kurd ve  dê rewşek aloz û nerênî bo wan bi xwe û bo gelê kurd  biafirîne, nexasime eger bi sedema vê baykutkirinê referandum bi ser nekeve.  Di gel vê yekê jî mirov dikare bipirse gelo boçi ew bi awayek wisan çalak bo boykotkirinê dixebitin ? 

Gerçi mirov dikara helwesata wan fêhim bike. Diyare ew ditirsin ku  eger bêjin « Erê », dê tevli helwesta  AKP ê bibin, eger bêjin « Ne » dikevine dihelwesta CHP û MHP ê de. Di be ji ber vê yekê biryara boykotkirinê dayine. Lê bawerdikim ku ev tirs û sedem ne di cih de ne. Ez bawer dikim ku ev ne baştirîn biryare ku wan girtiye. Lewma eger BDP û PKK bêjin  Erê û bo dengdana êrênî bixebitin ev yeke bi çu awan na ête wateya qebulkirina siyaset û helwesta AKP ê. Ew tê wateya ku beşek ji daxwaz û helwestên ku gelê kurd (ku bi dehan salin bo mucadele dikin û bi dehan hezaran şehîd dayîne, her wesan di hemû waran de bedelên mezin dayîne) , û beşek ji helwestên AKP ê di meydana siyasetê de li hev diteşqilin( rastîhevtên). Ev yeke di siyasetê de tiştek xwezayî ye, li hemû çihanê  çêdibe. Di tarixa kevin û ya nû de, herdem bûyê û dê bibe ku helwest û berjewendiyên hêzên dijhev li ser hind xalan û di hind deman de, rastîhevbên. Wê demê her terefek ji aliyê xwe ve, bo binecihkirina wan dixebite. 

Bi vê delîvê dixazim vê ditina he diyar bikim:  « Eger rewşek nû ya xwudan encam û bandor bête peydakirin yan peyda bibe, fere ku mirov hewul bide wê biweribîne,  bi awayekê ku jê baştirîn sûd û bercewendiyan wergire ; eger nikare vê yekê bi dest bêxe çara duyemîn ewe  ku bixebite da çu  zererê jê ne bine, eger nikare vê jî bi cih bîne çara dawî  ewe li ber xwe bide da zerera wê kêmtir bibe, lê bi çu awayan ne teslîm  be, ne jî berteref be. » 

Bê guman, eger referandum bi ser ne keve , ev yeke bo  AKP ê jî , dê bibe derdek mezin û dikare bo wê jî encamên bitehlîke peyda bike. Ji bo demoqrasiyê herwesan ji bo  paşerojek bextewar bo gelê Tirk û Kurd, bo rawestana şidetê, pêwîste ku AKP helwesta xwe li hember nasnameya gelê kurd, li hember PKK û BDP nerim bike, şert û mercên wan bo pişgirtina referandumê qebul bike. Ev şert û merc pir nermin û pêkanîna wan dê bibe destpêka aştiyê û dê rê baştir li ber demokratkirina Tirkiye veke.

Di dawiyê de xwewnê bibinim :

•    Xwezî birêzan Ahmed Turk û  hevserokên BDT bi birêz Murad KARAYILAN û liderên din yê PKK bişêwirin û helwesta xwe ya boykotkirinê ji nû ve diber cavan de derbazbikin, herwesan xwezî wan ev daxwaze ji birêz Abdullah OCALAN serokê PKK bikira, bêguman di vî derbarî de helwest û telîmatên wî dikarin rê vekin ;
•     Xwezî ew bi riya diyalogek serbest û vekirî di gel HAK-PAR,  KADEP,  partî û saziyên din yên kurd  şêwurîbuna  ûbi helwestek hevbeş çubana vê referndumê.
 
Dr. Musa KAVAL

Back to top button