Polîtîk

Akyil bersiva Demirtaş da

Hinek dezgehên sivîl li Diyarbekir di daxûyaniyekî de dabîn kişkirin ku, wê di referandumê de bêjin erê. Li ser vê daxûyaniya van dezgehên sivîl, hevserokê BDP-ê selahattin Demirtaş gelek bi tundî dijê vê daxûyaniya dezgehên sivîl derket û bi tundê rexnekirîbûn û helwesta wan wek bê ehlaqî ragihandibû. Di vê derbarê de Demîrtaş gotibû: “ Ev dezgehên sivîl yên ku bi 10-ê hezaran endamê wan hene, serokên wan radibin bi navê endamên xwe dibêjin ku emê di referandumê de bêjin erê.Ev li dûv rantek siyasîne û tiştek bê ehlaqiye“

Li ser vê yekê serokê Borsaya Bazirganî ya Diyarbekir Fahrettin Akyil daxûyaniyek belavkir û di tê de,bi tundî dijê gotinên Selahattin Demirtaş derket û di vê derbarê de got: “ Tu kesek ne weke me Diyarbekiriye û ne weke me kurde jî. Ez vê daxûyaniya li dijê serokên dezgehên me yên sivîl şermezar dikim“

Fahrettin Akyil di berdewambûna daxûyaniya xwe de got: “ Ez îro cardin dêbêjim dengdana referandumê de erê, di berjewendiya herêma me de ye.Herkes li gora xwe xwediyê dîtinekiye. Herkes di baweriyên xwe de azad e. Serokên dezgehên sivîl piştî guftugoyekî di nav xwe de di referandumê de helwesta xwe kişkirin. Em hêvî dikin ku herkes li himber vê biryarê bi rêz be. Me wek xelkê vê herêmê gelek nexweşî ditiye û em dîtinên xwe de azadin.Gotina xebera “ Bê Ehlaqî“ ne gotina kesên demokratin.“

Akyil got : “ Xelkê herêmê di referandumê de bêjin erê, tiştek ku BDP ji xelkêre bêje namîne.Înkilaba leşkerî di 12-ê îlona 1980-ê herî zê de xelkê herêmê maxdur kiriye.Qetilkirina xelkê, avetina xelkê ya bîrên asîtê hemi di vê qonaxa înkilaba leşkerî de çêbûne. Wê xelk herin ser senauqan û bêjin erê.“

Back to top button