General Odierno : Em dikarin li İraqê bimînin
Fermandarê Hezên Emrikayê ya li İraqê General Ray Odierno got : Ger pêwîst bibe em dikarin li İraqê bimînin û operasyanan berdewam bikin.
General Odierno di bernameya CNN ya bi navê ‘’Rewşa Yekînêyî’’ de daxuyakir ku , leşkerên ku li İraqê de ne, dikarin ta sala bê ji bo wazifeyên alîkarî û perwerdehiyê bimînin .
Odierno: Tundûtijî berdewam bibe jî dewlet qabiliyeta parastina xelkê xwe zêde kir û rewşa İraqê roj bi roj ber bi başbûnê ve diçe.Digel vê rewşê jî ger dewlet û hezên ewlekarî ji bo parastina milletê sernekevin û cûdabûna siyasî bibe sedema cûdabûna hêzên ewlekariyê , ew çax leşkerên Emrîkayî dikarin dîsa vegerin İraqê lê em îhtimalek bi vî rengî nadin. Odîerno berdewamiya axaftina xwe de got : Hêzên DYA dikarin tarîxa derketina İraqê zêde bike.
Di roportajekî Serfermandariya İraqê Babekir Zebarî jî digotîbû : Em pêwîst dibînin ku leşkerên Emrîkayî heta sala 2020 li İraqê bimînin.