Polîtîk

MHP: Erdogan bêşeref e

MHP di prosesa propaganda referandumê de, gelek tundî Ak-Partiyê tawanbar dike û îdia dike ku Ak-Partî li gel PKK-ê di nav hevkariyekî de ye û ji bo vê yekê jî serokê hukumetê Erdogan, bi bê şerefiyê itham dike.

MHP ji berê de dibêje Ak-Partî pêwendiyek li gel PKK-ê heye. Ji berî niha rawêjkarê serokwezîr Yalçin Akdogan, bersiva MHP-ê da û got: “ Tu bazariya hukumetê i gel rêxistinek wek PKK-ê tuneye. Lê elbet dê diyaloga dewletê li gel mahkumek di girtîgehê de hebê. Gelek çewte ku ev wek bazariyekî di navbera  hukumet û PKK-ê de bête nirxandin“

Li ser vê daxûyaniya Yalçin Akdogan, cigirê serokê MHP-ê Semih Yalçin daxûyaniyek belav kir û di daxûyaniyê de dibêje: “ Serokwezîr inkar bikejî, rawêşkarê wî dibeje ku pêwendiya wan li gel Ocalan heye. Eve ev delîlek ya herî mezine ku, itifaqa Ak-Partiye û PKK- ê /BDP-ê heye. Ev ne cara yekeme hukumet Ocalan re hev dibîni, ji berî ku şova Xabûrê jî li gel Ocalan hevdîtin kirîbûn. Ev bûyerên ku li Tirkiye dibin encamê pêwendiya Ak-Partiyê û BDP/PKK-ê ne. Hevkariya wan Tirkiye ber bi xirabiyek mezin ve dibe. “

Back to top button