Polîtîk

Sozan: Pirsa petrolê li Kurdistanê gelekî şefaf e

Seroka lîsta Kurdistanî ya li parliyamenta Kurdistanê Suzan Xale Şehab da zanîn, ku kombûna duhî ya fraksiyonên nava parlementoya herêma Kurdistanê li gel wezîrê jêderên siruştîyên hukûmeta herêma Kurdistanê Aştî Hewramî gelek girîng bû.

Seroka lîsta Kurdistanî ya li parlementoya Kurdistanê Suzan Xale Şehab di bêjedaneka taybetî de ji PNA re ragihand, ku kombûna serokatiya parlementoya herêma Kurduistanê û serokên fraksiyonên siyasî û cihgirên wan ya li gel wezîrê jêderên siruştîyê hukûmeta herêma Kurdistanê Aştî Hewramî gelek girîng bû. Çimku di navbera alîyên siyasîyên nava parlementoya Kurdistanê de nakokî heye û hindek xal hene ku ji bo hemû alîyekî eşkira bûn.
 
Suzan Xale Şehab ragihand, ku dê kombûnên weha berdewam bin û heger pêdivê be, dê wezîrê jêderên sirûştîyên hukûmeta herêma Kurdistanê di kombûna parliyamenta herêma Kurdistanê de jî amade bibe.
 
Suzan Şehab weha jî da zanîn, ku tişta girîng ewe ku hemû alî li ser çend xalan hevdeng bûn û yek ji van xalên ku alîyên beşdarbûyî di kombûna serokên fraksiyonên nava parlementoya Kurdistanê de li ser hevdeng bûn ewe ye, ku prosesa firotina nefta reş bi şêweyekî şefaf bihê encamdan. Xaleka din ewe bû ku em ji dahatên nefta reş bihên agahdarkirin û bi rêya van dahatan proje jî bihên pêşkêşkirin.
 
Suzan Xale Şehab weha jî got, ku hemû alî li ser wê çendê lihevkirin ku mekanîzmayeka bi hêz bihê vedîtin, da ku heyvê carekî di vê derbarê de kombûnên bi vî awayî bên sazkirin, da ku berî gunehbarkirina alîyekî yan hukûmeta herêma Kurdistanê, hemû alî agahdarê rewşa nefta herêma Kurdistanê bin.

Suzan Şehab di dirêjîya bêjedana xwe de got, ku heger rewşa nefta Kurdistanê şefaf nebe, wê demê pêdivê ye wezîrê jêderên siruştîyên herêma Kurdistanê di parlementoya Kurdistanê de amade bibe û rûnkirinan bide.
 

Back to top button