Civak

Rûreşiya dewleta Tirk

Neviyê Şêx Seîd Diyadîn Firat, di 23’ê mijdara 2009’an de serî li Wezareta Navxweyî da ku ciyê gora Şêx Seîd bê diyarkirin, û cil, saet, cixare, qelûn, kîsikê titûnê, destmal, şûtik û wesîyetnameya ku teslîmî Dozgerê Dadgeha Îstiqlalê Ahmet Suteyya Orgeevren kiribû îade bikin.

Diyadîn Firan di daxwaznameyê de diyar kir ku Şêx Seîd û hevalên wî li Semta Deriyê Çiyê li ciyê ku Sînemaya Yenîşehirê, Orduevî û Lojmanên Leşkeriyê lê hene bi awayekî tomerî hatine veşartin û xwest ku ciyê gora bapîrê vî jê re bibêjin.

Firat di daxwaznameyê de diyar kiribû ku eraziyên Şêx Seîd ên li navçeyên Xinis, Qereyazî û Tekmanê yên Erziromê bi awayekî bêdadî dewrî xizîneyê kirine û xwestibû ku dahata 84 salan ya wan eraziyan îadeyî warisan, eger nekin ew ê serî li riyên qanûnî bidin.

Li ser serlêdana Diyadîn Firat, Fermandariya Giştî ya Cendermeyan û Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ku girêdayî Wezareta Navxweyî ne, bersiv dan û diyar kirin ku di arşîvên wan de derbarê ciyê gora Şêx Seîd de tu zanyarî an jî belge tune ye.
 
– Firat: Di arşîvên dewletê de heye

Diyadîn Firat ku derbaêr mijarê de ji AKnewsê re axivî, bal kişand ser daxuyaniya Dozgerê Dadgeha Îstiqlalê Ahmet Sureyya Ozgeevren ên di weşana bi navê Dunyayê de di 25’ê tîrmeha 1957’an de hatiye weşandin û wiha got:

“Ozgeevren di diyalogeke li derveyî dadgehê de ji Şêx Seîd re dibêje ‘Me derbarê te de biryara îdamê da. Em te dadileqînin, wesuyeta te çi ye? Wesiyeta xwe binivîse.’ Li ser vê jî Şêx Seîd dibêje ‘Bawer nakim ku wesiyeta min bigihîje warisên min.’ Ahmet Sureyya jî soz dide ku bigihîne. Her wiha hinek pere dide Ahmet Sureyya Begî û dibêjê, ‘Bila warisên min, zarokên min gora min çêkin. Bila kêla gora min diyar bikin. Ev pereyê min e’.”

Neviyê Şêx Seîd ku ji Wezareta navxweyî bersiva bi dilê xwe negirt, got ku di rojên pêş de dê ji bo Serokwezîrtî, Serfermandarî û Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) jî bidin.

– Şêx Seîd kî ye?

Şêx Seîd di sala 1865’an de li gundê Qolhîsar ê navçeya Xinis a Erziromê hatiye jiyanê. Şêx Seîdê ku rêbertiya serhildana kurdan a di sala 1925’an de kiriye, bi 46 hevalên xwe re li Dadgeha Îstiqlalê ya li Dıyarbekirê hate darizandin û rastî cezayê îdamê hat. Li gel ku di ser îdamkirina wan de 85 sal derbas bûne, hê jî derbarê ciyê gorên wan de tu agahî nehatiye dayîn.

Her wiha ciyê gorên rêberê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û zanayê îslamê yê kurd Seîdê Kurdî (Nûrsî) jî nayên zanîn.

(AKnews)

 

Back to top button