Polîtîk

Hak-Par: Em dibêjin erê

   

Ji ber ku em dizanin dema ku  bi vê referandûmê pakêta guhartina Destûra Bingehîn hat pejirandin, dê Tirkiye ji bo ji vê rejîma cuntayî ya 12ê îlonê rizgar bibe, bikeve merheleyeke nû.

Ji ber ku em dizanin, ew civaka ku bi dengên xwe yên “êrê” guhartina wê pakêta Destûrê bipejirîne, dê ji bo çêkirina Destûreka Bingehîn ya nû, bixwe bawer be û cesareta wê xurt bibe.

 
Ji ber ku em dizanin Ew Tirkiyeya ku ji pakêta guhartina Destûra Bingehîn re bêje “erê”, dê di rêya ji bo ku ji binê nîrê wesayeta eskerî ya 80 salî derkeve, bibe pêngaveke girîng.

Belê em dizanin ku dê civaka Tirkiyeyê bi vê referandumê, cara pêşîn bi vê guhartina vê Destûra Bingehîn, dê bi karanîna îradeya xwe, hebûna xwe îspat bike.

Ji aliyê din ve Partiya me, pêvajoya referandûmê, ji bo ku pirsên bingehîn yên Tirkiyeyê bînin ziman, ji bo ku zîhniyeta mîlîtarîst, yekpare û otorîter ya Komerê berçav bikin, ji bo ku daxwazên bingehîn yên Gelê Kurd, bên eşkerekirin, dixwaze ji vê pêvajoyê îstîfade bike. Di destê me de ye ku em vê Kampanyaya Referandumê, ber bi Kampanyaya Destûreke Bingehîn ya Nû ve bi guhêzin.

Meclisa Partiyê

Back to top button