Nivîsar

PDK Yekem e

Li Iraqê û Kurdistna Başûr hilbijartinên Parlementoya Iraqê dawî bûn. Ev hilbijartin bi sedema  du bûyerên dîrokî ji bo herêma Kurdistanê gelekî girîng bûn.Îlona 2107ê Referanduma Serxebûnê li Kurdistanê çêbû. Ev hilbijartinên yekem bûn ku piştî referandumê pêkhatin. Herweha Oktobera 2017ê bi xiyanetek mezin Kerkûk hate dagirkirin.Piştî vê bûyerê jî helwesta xelkê Kurdistanê li himber xiyanetê cihê gotubêjekî taybet bû.PDK li Kerkûkê wek helwestek li dijê dagirkeriyê tevlî hilbijartina nebû. Di hilbijartinan de ji bilî Silêmaniyê PDK dengek gelek zêde destxist û bû partiya yekem li Kurdistanê. YNK bû partiya duyem.Kursiyên ku aliyên siyasî li bi detsve anin evin:Partiya Demokrata Kurdistanê 27 kursîYekêtiya Niştimaniya Kurdistanê 15 kursîTevgera Guran 6 kursîNivşê Nû 4 kursîKomela Îslamiya Kurdistanê 3 kursîHevpeymaniya ji bo demokrasiyê 2 kursîYekgirtuya Îslamîya Kurdistanê 1 kursîLi Kerkûk û Silêmaniyê li dijê encamên hilbijartina îtirazê mezin hene û li Kerkûkê hêzên ewlehiya Iraqê gelek rê nedan Kurdistaniyan û kurda nekarîn dengên xwe bi azadî karbînin.Li Silêmaniyê êrîşê nawenda Tevgera Goran hate kirin û Tevgera Goran li gel 5 aliyên din dan xûyakirin ku YNKê hileyên mezin kirine û deng dane aliyê xwe ve. Herweha di gelek daxûyaniya de tê îdia kirin ku dengên YNKê li Kerkûkê destve anin bihayê xiyaneta 16ê Oktoberêne.Bê guman ev gotubêj dê gelekî bête kirin. Ihtimale ku li hinek deveran deng ji nûve bîne hêjmartin. Lê gora encamên niha hatin diyarkirin, eger mirov nirxandinekî bike, vekirî dixweyê ku deverên wek Silêmanî û Kerkûkê xelkê deng dane xiyaneta 16ê Oktoberê. Ev yek bûyerek diltezîne û pêwistî bi nirxandin û şiroveyên berfireh heye.Ji aliyek din serketina PDKê cardin ji bo parastina mafên Kurdistanê li Bexdayê bû demanekî.Xalek gelek girîng heye ku encama van hilbijartina da xûyakirin ku,dê berê hilbijartinên ji bo parlementoya Kurdistanêbêne bêne kirin li kûveye. Meha Îlona 2018ê li Kurdistanê hilbijartinên parlementoyê têne kirin. Dixweyê dema ev hilbijartin wek pîvanek bête qebûl kirin, cardin dê serkevtin ya PDKê be.Niha biçekî zûye ku mirov nirxandina li ser hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bike . Lê xuyaye ku dê ne ji encamên niha dûr be.Ji aliyek din ve di dema propaganda hilbijartinan de hinek aliyên Kurdistanê li dijê referanduma serxwebûnê axavtin kirin û ev yek kirin babetak yê gotubêjên hilbijartina. Lê xûyakir ku di van hilbijartina de jî referanduma serxwebûnê serkeft.Bê guman dê gelek nirxandin li ser encama van hilbijartina bêne kirin. Bila encam li gelê Kurdistanê pîrozbe.14.5.2018Dara Bilek

Back to top button