Camiya Qasimo
Camiya Qasimo
Dîsa dîkên silo li ber dergehê camiya qasimo bi pêxêla hev girtine bi nikil û laperûşka êrîşî hev dikin ne ji bo azanê mîna qasimo û Evdikê Gijomijo bê kî ji wan dizane bang bide dengê ke xweşe.
Ne jî ji hezkiriyen alahli yan alnaserin ku di her lîstikekê de bi hev di ketin hina xwe davêt cem Silêmanê qesabê ku kêrekê bîne û hin jî di çûn firna Mirado ku kîlwê hesin bînin.
Ev bû ku dergehê camya qasimo dibû qada şer û pevçunê camya qasimo ku simboleke li bajarê Qamişlo nav nîşana biyaniya bû cîhê civîna dost û hevala bû, xatir xwestina Cegerxwîn M.şêxo, Şêx maşoq û Mişal Temo bû.
Bi çuna wan navdara me got wê çuna wan wê bibe yekitya me, emê şopa wan şîn û geş bikin emê bi seda yên mîna wan bipejirînin me nizanîbu ku dîsa emê di pêxêla hev kevin û tev bibin paşa bê keye û wezîrbin.
Lê bi zanibin kî ji we li himberî hev bi ser bieve wê kurd bi serkeftina ku bi desteka dijmin mirina wî jêre çêtire.
Xurşîd Xelîl