Civak

Bûyerek trajedî: 5 kuştî û 7 birîndar

Li gondek yê Nawenda Diyarbekir ve girêdayî, bi sedema ku  çêlekek ketiya di nav erdê yekî de, di navbera du malbatan de şer derket û di encama vî şerî de 5 kest hatine kuştin û 7 jî birîndarin. Li gora agahdariya waliyê Dirabekir dayî; Çêlekekî dikeve nava zeviyekî, navbera xwediyê zeviyê û yê çêlekê de çer derdikeve. Du malbat dikevin nav hev û çek tên karanîn. 5 kes jiyana xwe ji dest didin 7 jî birîndarin.

Rewşa hinek birîndara jî di xeterê de ye. Bûyerên bi vî awayî li gelek deverên Kurdistanê çêdibin. Bi rastiya xwe de ev nûçeyeke ku trajediya civakî ya kurdan jî bi awayekî ve tîne berçav. Ev bûyerên bi vî awayî, mixabin rastiyek ya civata me kurdan e. Divê dezgehên sivîl, partiyên siyasî sere xwe li ser vê yekê jî biêşînin.

Back to top button