Polîtîk

Kemal bû serokê nû yê CHP-ê

Îro di kongreya CHP-ê de serokê giştî hate hilbijartin. Ji bo serokatiyê kandîdadek tenê hebû. Bi yek dengî Kemal Kiliçdaroglu hate hilbijartin û bû serokê nû yê CHP-ê. Ji 1197 dengan Kemal 1189 deng girtin 8 deng jî nehatin qebûl kirin. Kiliçdar oglu axaftina xwe ya kongreyê de bi hişkahî rexne li hukumetê û serokwezîr girtin.

Axaftina xwe de behsa guhertinê kir û piranî li ser bê kariyê sekinî. Ji bo pirsa kurd tu tişt negot.Wek her demî behsa felsefa avakirina cumhuriyetê kir. Piranî xwe şiband Ecevit û tê bawerkirin ku wê CHP bi çûyina Baykal û hatina Kemal Kiliçdaroglu berpêşve herê û dê gelek kesayetên sosyal demokrat bikevin di nav refên CHP-ê de. Lê heta siyaseta wan di pratikî de newê guhertin, mirov nizanê dê çewe be. Pêvajoya 18 salî ya Denîz Baykal, bi vê kongreyê dawî hat.

Back to top button