Civak

Teqîn: 23 kuştî û 60 birîndar

Li gora ajansa PNA, Berpirsekê asayişê yê li parêzgeha Dîyala ragihand, ku di encama teqînekê de li nêzîkê tîma hawarhatinê ya li qezaya Xalis, nêzîkê 80 kes hatin kujtin û birîndarkirin.

Di vê derbarê de jêderekê nexwest navê xwe eşkere bike û got, ku duhî êvarê li hember çayxaneyekê û nêzîkê tîma hawarhatinê ya li Xalis otomobîlek teqîya û di encam de gelek qurbanî çêbûnn. Evê jêderê han got, ku li angora zaniyarîyên destpêkê, bi egera evê teqîna han 23 kes hatin kujtin û 55 kesên din jî birîndar bûn. Wî berpirsê asayişê herweha da xuyakirin, ku teqîna duhî ya li Xalis bi egera teqandina otomobîleke cureya kiya ya bi rengê sipî bûye.

Back to top button