Bîranîna Barzaniyê nemir
Barzaniyê nemir di vê meha Adarê de wefat kiriye. Bê goman ew ji bo gelê Kurdistanê rojek pir tehl e. Lê cardin ew Barzaniyê nemir di meha Adarê de hatiye dinê û ji bo gelên Kurdistanê boye hêviya Azadî û serxwebûnê. Îro roja xwedêdana Barzanî, li Kurdistan a Azad tê bîranîn. Di vê bîranînê de her kesek darekî diçîne. Yanî roja 14 ê Adarê bi dehên hezaran insan derdikevin derve û daran diçînin, li gora agahdariyan her sal di vê roja pîroz de ser milyonekî re dar tên çandin. Wek tê zanîn dar sembola jiyaneye. Ev çelakiyek gelekî hêja û li gora kesayeta Barzaniye. Belê dar sembola jiyanêye, lê rojbûna Barzaniyê nemir de ew dar dibe sembola jiyanek azad di welatek serbixwe de.
Divê ji bo bîranîna Barzaniyê nemir her kurdek vê roja ku jiyan tebiet jiyanê dide ax û avê, em darekî biçînî.
Îsal hukumeta herêma Kurdistanê bi minasebeta rojbûna nemir Barzanî, biryar da ku 14-ê adarê rojek tatîl be.
BARZANÎ
Şirovekirina Barzaniyê nemir gelekî zehmet e. Ji ber ku lêkolînek berfireh jêre dive. Şirovekirina Barzanî , Şirovekirina dîroka netewê Kurd ya 50 salane. Dema mirov dîroka gelê Kurd ya siyasî dinêre, rolê Barzanî û kiryarên wî û ji hemiyê jî girîngtir siyaseta wî baştir tê famkirin. Di cîhanê de Barzanî û Kurd bûne yek gotin, hevre hatine girêdan. Dema mirov behsa Kurd û Kurdistanê dike piraniya biyanîyan di cihde dibêjin “…Ha Barzanî…”Dema mirov Tevgera Azadixwaz ya Kurdistanê baş binere , hemû gencên Kurd ku kurdeyatî kirine, di detpêkê de hizre welatparêziyê bi navê Barzanî li gel wan peydabuye.Ewan bi Barzanî heyîna Kurdan û Şerkirina ji bo Kurditiye yani ji bo mafîn rewa, bi navê Barzanî fam kirine û dest Kurdeyatiyê kirine ( Kurdistan a Bakur pirani bi vî avayîbû). Veca ew kesayeta ku navê wî li gel dîroka ya tekoşîn a neteweyekî hatibê girêdan, şirove kirina wî ji dibe şirovekirina dîroka wî neteweyî ya siyasî.
Barzanî xwedî felsefek ya jiyanê gelek taybetî bû. Rojnemevanek Tirk dı sala 1970 ê de, li gel Barzanî hevpeyvênekî dike. Barzanî di vê heypeyvêne de dibêje: “ Temenê min 10-12 salî bû. Min nizanîbû gotinên Azadiyê û Edaletê tên çi manê. Min li kolanan wek stranekî goh dida gotina Azadî, Edalet, wekhevî û birayetiyê. Me tenê prensîbên van gotinan yên dihatin gohên me ji ber kiribûn. Me , we dizaniya ku, ev gotinên hanê yên straneki (goraniyek) ne. Ji ber vê yekê jî , me ev gotin li kolanan wek stranekî digotin. Lê di wan deman de jî, di bin navê azadiyê de azadiya xelkê ji destên wan dihate standin. Bi navê edaletê insan bê sedem ji xwere mere dihatin dardekirin. Di bin navê wekheviyê de kismek insan dihatin parastin û kismek jî di zindanan de ji hal diketin. Ji xwe bi navê biratiyê bira bira dikuşta. Ev e warê ku ez têde dijiyam ev bû. Di demek halê de min çavên xwe li dinyayê vekirin. Di vî warî de min şîrê diya xwe di zindanan de mêht(xwar). Di vî warî de min li deriyê Musilê, cesedê birayê xwe yê mezin dardekirina wî temaşe kir. ” Barzanî dewam dike . “… Ez li ser pişta hêstirekî siwarbûm. Mitala min hemî li ser birayê min bû. Ew cesedê wî yê dardekirî tu caran ji ber çavên min ne diçuya. Min wî akilê xwe yê kiçik ji xwere digot. “ Şuna mirov neheqî bê dardekirin, bila mirov li çol û çiya bibe xwarina guran” Di vê gavê de min ehd da ku; ez hêdî tu awayî û tu caran nekevim zindanan. Ez bêm kuştin , bêm parçekirin ez nakevim zindanan û di bin destê valiyek zalim de ez rih nadim(namırım). Min bi vê felsefê dest jiyanê kir. Mirin heye lê teslîm bûn tuneye. Vêca çareyek tinê ya van tiştan hemuyê hebu. Mayina serê çiyan…” ( Rojnama Tirkî TERCUMAN..hevpeyvîn li gel Barzanî, 18 . 04. 1970 )
Barzanî bi vê felsefa xwe ya jiyanê bû heviya daxwaziyên neteweyekî. Çend xalên girîng di kesayeta Barzanî û xebata wî de hene gerek mirov behsa wan bike. Yek ji wan ewe ku, Barzanî di aliyê sosyolojik de milletê Kurd gelek baş nasdikir. Nirxên milletê kurd, heviyên wan û jiyana Kurdan ya rojanê fam kiribû. Şîn û şahiyên gel dizanîn. Her wek din di civata Kurd de role aile baş dizanî, di hemî pêwendî û biryarê xwe yên siyasî de her demî çebûna civata Kurd baş tehlîl dikir û gor vê yekê jî hereket dikira.
Eger mirov baş partiya ku Barzanî ava kirî, PDK(Partiya Demokrat a Kurdistan) tehlîl bike di bingehê vê partiyê ne li ser tu ideolojîyek biyaniye , yan jî tenê li ser siyasetek xweser ne hatiye danîn. Ev partî li ser bingehê jiyana civata Kurd hatiye avakirin. Ji ber vê yekê jî gelek caran ev yek ji teref “ronakbîrên “ Kurd ve nehatiye fam kirin û ev parti bi kevneperestî yan jî tiştên din hatiye itham kirin. Lê di rastiya xwe de bingeh li ser sosyolijiya milette Kurd hatiye avakirin. Yanî milletê Kurd çibe , ev partî jî ew e. Siyaset û kesayeta partiya Barzaniyê nemir ,nasnama miletê Kurd e.
Her weha di aliyê leşkerî de, Barzanî cardin rêxistinek leşkerî taybetî li gora mercên Kurdistanê yên civakî û cografî avakiriye. Rêxistina leşkerî (Pêşmerge) di çebîna xwe de hemî taybetmendiyên Kurdistanê xwedî dike. Yanî ev rêxistina leşkerî ne kopiyak ji deverek din bû. Dixweyê ku serkeftina Pêşmergeyan di warên lêşkerî de, girêdayî şeklê çêbûna rêxistinî bû. Ev yek jû ji zanebûna Barzanî ya leşkerî tê.
Barzanî Kurdistanî bû. Wî li gel hêzên hemî devletên ku Kurd bindest kirîn Şer kiriye. Herdemî arikariya tevgerên din yên Kurdistanê kiriye. Hetta gelek caran di van tevgerên din yên Kurdistanê de rolek taybetî leyiztiye. Rolê Barzanî di avakirina Komara Mahabad de ji teref Kurdan ve baş tê zanîn.Herweha hevdîtinên wî li gel Şex Seid û pewendiyên li gel Rîxistina Xoybon (1930), bûn sedemek bingehîn ku Kurdên Bakur jî xwe bilivînin. Barzanî yekitiyek netewî di nav Kurdan de peyda kiribû. Şoreşa Îlona pîroz tesîra xwe li hemî beşên Kurdistanê kirî bû, helwest û zanebuna Barzanî welê kirîbû ku, herkesek li dora vê Şoreşê bicive. Wek tê zanîn her demî nakokî di nav miletê Kurd de gelek bûn. Barzanî gelek bi hustayî dikariya van nakokiyan Şirove bike û bi awayekî xortbûna nakokiyan kêm bike. Dijminên gelê Kurd piralîbûn herdemî ewan hewl didan ku nakokiyan di nav milete Kurde peyda bikin û nakokiyên heyî jî xortir bikin da ku tevgera Kurd bikujin. Lê zanabîna Barzanî her demî plan û leyiztikên dijmin xirab dikiran û rê nada ku ew ser bikevin.
Barzanî her demî di refên pêşîde bû. Ewî tu caran pişta xwe nedayê Şervanên azadiyê. Her dema şer hebû ew serê şerde bû tifenga wî li milê wî bû. Dema mirov berê xwe didiyê, di dema şoreşê de Barzanî Kurdistan terk nekiriye. Hemî pêwendiyên xwe di Kurdistanê de Baregehê xwe de pêkdianiyan. Barzanî di pêwendiyên xwe de gelek xwedî şexsiyetek mezin bû. Tu caran bazar li ser berjewendiyên millete xwe nekiriye û her demî di bingehê pêwendiyên Barzani de berjewendiyên milletê Kurd hebûn. Gelek siyaset medar, rojnemevan û kesayetên biyanî dema behsa Şexsiyeta Barzanî dikin. Wî wek sembola şesiyeta milletê Kurd dibênin û wek sembola serxwebûna gelê kurd dinirxinin. Di hemî hevtitinên xwe de muheqek tesîr li yê himberê xwe kiriye.
Barzanî gerek her demî, kiryarên xwe û tekoşîna xwe ya 50 salive bête Şirovekirin. Eger mirov ji rastiya Kurd dûr bikeve û Barzanî şirove bike tu caran mirov nagihe rastiya Barzanî. Gerek Barzanî baş bête naskirin û ji nifşê nû re rastiya wî bê gotin. Ev yek watiniyek herî girîng a sosyolog, dîrokzan, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd de.
Bê goman derbarê Barzanî de gelek çewtiyên mezin hatine kirin. Lê ez di vê nivîsê de naxwazim behsa wan çewtiyan bikim. Ji xwe dîrok cihê her tiştekî dide. Cihê dilxweşiyê ye , di roja me de Barzanî û rebaz a wî çêtir tê fam kirin. Famkirina rêbaza Barzanî fam kirina tevgera rizgarixwaz a Kurdistanêye.Rebaza Barzanî xwedî naverokekî pir zengîne. Bingehê rêbaza wî, li ser Netewetiyê, niştiman perweriyê, demokratbûnê,aşitiyê, azadiya û kesayetek serbixwe hatiye avakirin. Li gora baweriya min rêbaza Barzanî ji bo hêzên hemî beşên Kurdistanê demana serkevtinêye.
Kortahî, Barzanî serokek neteweyî yê mezin, pêşmergeyek qehreman, siyesetvanek bilind û kesayetek sembola serbixwebûnê bû.
14 ê meha Adarê rojbûna Barzaniyê nemir e. Di vê roja pîroz de li Kurdistana Azad çelakiyek gelek girîng û mana tê kirin. Bi minasebeta rojbûna Barzanî dar tên çandin. Ev yek bi serê xwe tiştek gelek hêja û li gora felsefa jiyanê ya Barzaniye. Dar mana jiyanek azad e. îro li cihana modern de dar û şînahî tişta herî girîn ge. Ji bo Kurdistanek modern û ji bo jiyandina Barzanî di nav civatek Kurdistanî ya modern de gerek ne tenê li Kurdistana Azad, li hemê deverên Kurdistanê di v+e roja pîroz de darek bête çandin. Hetta bila her Kurdek li kûdera dinyayêbe darekê cihê ku têde dijî ji bo Barzanî û Kurdistanê biçîne. Gerek Rojbûna Barzanî bibe roja jiyanê… Ma Barzanî di jiyana xwe hemiyê de ne ji bo ku milletê Kurd di welatek serbixwe de jiyanek azad bijî kar kiriye?
8.3.2002
Dara Bilek
(Ev nivîs Di Birayetî de bi Soranî hatiye weþandin)