Ji Weşanên HAN: "Di nav henasên kovanan de"
Dîwana nû ya helbestvan Mizgîn Hesko ji nav Weşanên HANê derket.
Dîwana nû ya helbestvan Mizgîn Hesko ya bi navê “Di nav henasên Kovanan de” ji nav Weşanên HAN derket. Ev sêyemîn dîwana Misgîn Hesko ye û herdu dîwanên wê yên berê niha weşandî “Tîpên Evînê” (Avdara 2007 li çapxana Bafe) û “Asoyekî tijî Endeko” (Tîrmeha 2008 ji Weşanên Han) ji aliyê xwendevanên Kurd dihête zanîn.
Mizgîn Hesko di dîwana xwe ya nû de helbestên bi mijarên cûr be cûr ketiye nav ceribandinên balkêş; bi taybet hesret, hesreta welat, xem, evîn, hestên avakirin û jiyandina dilsoziya têkeliyên bi nirx di helbestên wê de xwe wek babetên sereke didin diyarkirin. Zimanekî mûceret lê vekirî, ûslûbeke wek xwe û xas bikar aniye. Bi rastî ev car mirov xwe di nav henasên kovana de seh dike, lê jê eciz nabe. Jiber ku di helbestên Mizgîn Hesko de her kovan û keder bi dermanê bê dawî ya evîna bê sînor dihête saxkirin.
Dîwana nû ya Hesko ji 73 rûpelan pêk dihê û helbestên vê dîwanê bi rastî bi bêecizî û bêdijwarî, lê bi daxwezeke ji nav jiyanê xwe didine xwendin…
Weşanên Han bi weşandina “Di nav henasên di nav kovanan de” bi berhemeke nû ya bi nirx di pêşberê xwendavanên Kurd de ye…
Kerem bikin çend helbestên ji dîwanê…
KNN/Nahê Xan
Di nav henasên kovanan de-Mizgîn Hesko
Berxê Kurda
ji Şehîd Ihsan Fatahyan re
Û te xwe tavêt
Bextê nûbariya Alê
Û wê gavê
Tu sernişîvî
Qedera Kewên bêzar
Bûbûyî
Û em sernişîvî
Matmayineke tahl
Bûbûn
Bi tenê
Bişirîna li ser lêvên te
Hin ji arê dîmenê
Sar dikir
Nerîna baz
Di cavên te de
Bêdengiya bîstikên dawî
Birîndar dikir
Û te … ha..ha bandikir
Karwanê şehîdan
Va ez jî têm
Min bi berfê bişonin
Berfa ku min jê hezkir
Û vê gavê
Di ahîna min de
Hate bişaftin
Ey berxê bê guneh
Bi navê gunahbaran
Tu vexwendî
Civanê Sêdarê kirin
Ma dêmên te … Binefş
Çi ji gunehan dizanin
Ma baskên te … kevok
Çi ji davkan dizanin
Ma xuşîna teyî dawî
Sipîndar
Çi ji zingardarên
Sêdarê dizanin
Ma barîna te … Fireşteyê berfê
Çi ji sohtinê dizanin
Ma dengê te awaza Kamkaran
Çi ji ritmên şer
Dizane
Ey berxê Kurda
Dibêjin
Berxê nêr bo ser birrîne
Lê ma çima berx
Di zozanê de
Ne bi ciye
Ne bi ware
Ne bi hez û vîne
Ey xortê Kurda
Doza te…
Doza miletekîye
Ku gunahbar bû
Gava xwe li şûrê wan
Rapêça
Û li şaşikan mukir hat
Û kilîta buhiştê
Radestî wan kir
Erê em bi xwe gunehbarin
Hevbeşê mirina xwe ne.
Agir
Erê dayê
Em bûn neviyên
Çolisatanan
Zarokên ku li ser Erzêlan
Radketin
Û li hawîrdora me
Guregura agir bû.
Zindî
ji bo wan kesên bê guneh ku di bûyera Siptemberê
de canê xwe ji dest dan.
Mîna çivîkan
Xwe ji hêlînê zerkirin
Ji tirsa sohtinê
Xwe di himbêza mirinê de
Werkirin
Ber laşê me winda nebî
Nebe xwelî
Da tu canê
Tevî mirinê
Bi min şabibî…!
21.11.2001
Nasnameya Dîwanê:
Mizgîn Hesko
Di nav henasên kovanan de
Weşanên HAN 22
Helbest 10
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg: Gazîn Onur Han
Wêneyê Bergî: Fehmî Balay
Çap:
Weşanên HAN
Bülowstr. 56, 10783 Berlin/Almanya
Tel: 00493023552540