Polîtîk

Ellawî ji bo hevpeymaniyê serdana Barzanî kir

 

Îro şemî 13/03/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li Dr. Eyad Elawî Serokê Lîsta El Iraqiye û şanda li gel kir ku ji birêz Rasim El Wadî, Felah El Neqîb, Ebdulla El Ciburî, Ednan El Cenabî, Arif Behac û Mihemed Elawî pêkhatibûn.

 

Li hevdîtinê de, ku birêz Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partî û Azad Berwarî Cîgirê Serokê Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê amade bûn, di der barê dosyeyên girîngên li ser grupên siyasî û sercem ew meseleyên ku pêwistin bi paşaroja Iraqê û proseya siyasî û qonaxa piştî ragihandina encama hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê û beşdariya wan hemû pêkhatên Iraqê li Hikûmeta nû de bîr û ra danûstandin kirin.

 

Piştî hevdîtinê li daxûyaniyeke rojnamevaniya hevbeş Serok Barzanî sebaret bi vê serdana Dr. Eyad Elawî ya Herêma Kurdistanê û encama civînê de got: Serdaneke birayane û dostaneye û bi tekîd li pêvajoyeke wiha da û ji bo gihiştina qonaxên bê pêwîste em hemû alî li hevdû bişêwirîn.

 

Sebaret bi giştî helwesta Hevpeymaniya Kurdistanî di der barê hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê de, Serok Barzanî got: Li ser hinek kêmasiyan jî, hilbijartin serkeftî bû, hêvîdarîn encama wê ji bo hemû Iraqê xêrubêr be.

 

Di der barê çareser kirina xalên nakokiyan jî ji aliyê Hikûmeta nû ya Federal ve Serok Barzanî ragihand bila em Hikûmeta nû bibînin, paşê emê hukim li ser bidîn û ji bo hevpeymanî girêdan jî rêzdar ragihand ku em niha li qonaxa hevdû şêwirînê da ne.

 

Ji aliyê xwe ve Dr. Eyad Elawî vê serdana xwe bi serdaneke birayane wesif kir û got: Em hevpeyman û hevrêya rê ya xebata dûr û dirêjîn, dijî bi rejîma dîktatoriyet û niha jî li gel hevdû dişêwirîn bi mebesta wê yekê ku welat aram bibe ji bo hemû zarokên xwe li çarçêweya hevkariyeke rasteqîne û rastiyane bi bê‌ cudahî kirin, di navbera me û we, eve ji bilî li terorîstan û ewên ku dest bi xwîna Iraqiyan ve têkele. Li gel serkirdayetiya Herêma Kurdistanê em li hevdû şêwirîna berdewamî dane, bi taybetî li gel bira û azîzên me. Nêrîna Serokê Kurdistanê û ya me wekî hevin sebaret bi wê aramiya ku pêwîste li Iraqê da hebê‌.

 

Em li benda encamên hilbijartin û alîkariyeke berfirehin li gel hemû hêz û aliyê siyasiyan bo ku bigihîn nêrîneke hevbeş sebaret bi gihandina Iraqê ya cihê baweriyê.

 

Sebaret bi paşketina ragihandina encamên hilbijartinê jî Dr. Eyad Elawî rexneyên xwe pêşkêşî komîsyonê kir û xweşhaliya xwe jî beramber bi daxûyaniya nivîsîngeha Ayetullay Uzma Seyîd Sîstanî derbirî ku li ragihandina encamên hilbijartinan de daxwaza lez kirinê kiriye bo ku guman li ser neyê kirin û pêwîste jî Hikûmeta Federal piştgiriya komîsyonê bike da ku bi zûtirîn dem encaman ragihîne.

 

Back to top button