Polîtîk

Human Rights Watch rêjîma Sûrî gunehbar dike

Roja pêncşema bûrî (11/3) HRW raporek li ser rewşa sûrî weşand tê de diyar kir ko çewsandin û perçiqandina çalakvanên mafê mirovan li Sûrya  zêde bûye, û ji Katrîn Aşton (nûnera YE ya karên derve) xwest ko di serdana xwe ya Şamê de ya ko di heftiya bê de pêk tê, pirsa mafên mirovan bi berpirsên sûrî re bas bike û sozekê ji wan bistîne ko Sûrya navê xwe di pirsa mafê mirovan de baştir bikin.

Her weha xemgîniya xwe diyar kir ji ber ko berpirsên emrîkî û ewrûpî van mijaran di serdanên xwe yên Şamê de bi berpirsên sûrî re bas nakin û di ser guhê xwe re davêjin.

Sara Lia Witson berpirsa beşê Rojhilata Navîn di HRW de, got ko di van mehên dawî de hate xuya kirin ko axaftina bi Sûrya re bêyî ko li ser pirsa mafê mirovan axaftin bibe, dilxurtiyê dide hikûmeta sûrî ko ew dikare her tiştî bi serê miletê xwe bike bêyî ko ji sezakî bitirse..Her wisa got ko hikûmeta ko rêzê ji mafên hemwelatiyên xwe re nagre, rêzê ji tu peymanên navnetewî re nagre, loma pêwîst e ko rawestandina çewsandina miletê sûrî bi pirsa diyaloga bi Sûrya re bê girêdan. Li gor Witson nama ko dibêje Sûrya “em bi tenê guh didine siyaseta te ya derve” weke “roniya kesk e jib o çewisandinê”.

Raporê hinek nimûneyên girtinên vê dawiyê û bûyerên binpêkirina mafê mirovan diyar kiribû, di nav wan de bûyera girtina çalakvanê Kurd yê mafê mirovan Ebdulhefîz Ebdulrehman (Yek ji berpirsên MAF e, ya ko bi pirsên mafê mirovan ve mijûl dibe) û hevala wî Nadre Ebde, û girtina Heysem Elmalih yê (79) salî, û yek ji avokatên naskirî û çalakvanê mafê mirovan ko gelek caran hatiye zindankirin û raporê diyar kiriye ko tenduristiya wî jî pir xirab e…

Jêder  www.hrw.org

Back to top button