Tirafîka Bexda-Selehedînê gerim dibe
Çavkaniyekê ji Lîsta alîraqiey eşkere kir ku îro dê Eyad Elawî serokê lîsteya Alîraqiye û Tariq Haşimî cîgirê serokkomarê Îraqê serdana havînegha Selahedînê bikin bo Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê re bicivin.
Her li dor vê yekê Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de ev nûçe piştrasr kik u dê Elawî û Haşimî serdana serokê Kurdistanê bikin.
Hisên got ku Barzanî, Elawî û Haşimî dê li ser encamên hilbijartinên parlamentoya Îraqê, avakirina hevpeymniyan û avakirina hikûmeta nû a Îraqê gotûbêjan bikin.
Weke tê zanîn duhî Adil Ebdulmehdî cîgirê serokkomarê Îraqê û endamê serokatiya Hevpeymaniya Îtalafa Niştimanî serdana Barzanî kir bû.
Çabdêrên siusaî wisa didin xuyakirin ku dibe hevpeymanek di navbera Hevpeymaniya Kurdistanê, Lîsteya Alîraqiye û Hevpeymaniya Îtalafa Niştimanî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê bê avakirin û Hevpeymaniya Dewleta qanûn ku Nurîmalkiyê serokwezîrê Îraqê serokatiya wê deike, ji hikûmetê bê dûr xistin,