Polîtîk

Reinfeldts: Tirka jenosîd kiriye

Stockholm – Ji bo ku parlementoya Swed jenosîd a Tirkiye dijê Ermeniya, Asuriya, Keldaniya û Pontosa qebûl kir, gelek gengeşe li ser hatin kirin. Bi navê hukumeta Swed wezîrê derve yê swed Carl Bildh ne razîbûna xwe ji bo vê biryara parlementoya Swed da diyar kirin. Herweha hate ragihandin ku hukumeta Swed ji bo vê biryarê dilgirane,ku 4 parlementerên ku di koalisyonê de ne jî dengên xwe ji bo qebûl kirina vê biryarê dane.

Lê rastiyek din derket holê. Di sala 206-ê serokwezîrê  niha yê Swed Fredrik Reinfeldts hevpeyvînek li gel rojnema Asurî ya hujada pêkanî de gotubû ku, divê Tirkiye rastiya xwe qebûl bike û Împaratoriya Osmaniyan di navbera salên 1915 û 1923-ê de zêdeyî milyon û nîvê Ermeni,Asurî , Kildanî qetil kirine û ev jenosîd e. Herweha Fredrik Reinfeldts teklîfek ji bo bibe biryar jî di vî warî de imze kiriye.

Back to top button