Polîtîk

Konsolê Giştî yê Tirkiye li Kurdistanê serdana Barzanî kir

 

Îro şemî 13/03/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Aydin Selcin Konsolê Giştî yê Tirkiye li Herêma Kurdistanê kir.

 

Li hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bo dest bi karbûna li Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Konsolê Giştî kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û amadehiya xwe jî ji bo her hevkariyek derbirî.

 

Her wiha li vê hevdîtinê de, pêwendiyên di navbera her du alî û çawayiya berev pêşvebirina wan pêwendiyan nirxandin û li vî warî de Serok Barzanî li rola Balyozê Tirkiye li Iraq bi bilind nirxand û hêvî xwest ku Konsolê Giştî heman rolê bibînê‌ û bibê dema pêşxistina wan pêwendiyan.

 

Ji aliyê xwe ve Konsolê Giştî yê Tirkiye ji bo vê pêşwaziyê spasiya Serok Barzanî kir û ji bo dest bi karbûna wekî Konsolê Giştî li Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe jî derbirî û ragihand ku xwe bi dostê gelê Kurdistanê datîne‌ û ji bo dawî hatina proseya hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê bi awayeke serkeftî pîrozbahiyê jî li Serok Barzanî kir û vê hevgavê neku her li vê navçeyê, li hemû rojhilata navîn da bi hengaveke mezina demokrasiyê da zanîn.

 

Sebaret bi pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê jî Konsolê Giştî tekîd li wê yekê kir ku hemû hewldanên xwe ji bo xurt kirina pêwendiyan dixe rû, ji ber ku li welatê wan de îradeyekî siyasî ji bo pêşxistina wan pêwendiyan li hemû rûyek ve heye.

 

Serok Barzanî spasî wê helwesta Tirkiye kir û ragihand ku hezaran sale her du gelê Tirkiye û Kurdistanê pêkve dijîn û ewê ne siruştî bê‌ eweye ku tişteke nesiruştî li navbera me de rû bide. Ji bo wê yekê çiqas têkilî hevdû bibîn ewqas ji nêrînên xerap dûr dikevîn.

 

Back to top button