Divê Tirkiye rastiya xwe bibîne
Lapland – Li Finlandiya herêma Lapland civîna ne fermî ya wezîrên derve hebû. Bi vê minasebetê wezîrê derve yê Swed Carl Bildth û wezîrê derve yê Tirkiye ahmet Davutoglu hevdîtinek pêkanîn û li ser biryara parlementoya Swed gengeşe kirin. Biryara parlementoya Swed ya ku, bûyera sala 1915-ê ku dijê Ermenî, Suryanî, Kildanî û Rumen Pontusê hatî kirin wek jenosîdê hate qebûl kirin.
Piştî herdu wezîrên derve hevdîtina xwe xilas kirin wezîrê derve yê Tirkiye bersiva pirsên rojnemevanan da. Davutoglu di bersivên xwe de got: “ Mafê keseki tuneye ku li ser rewşa Tirkiye biryara bistîne. Ev parlementerên ku dengê xwe ji bo qebûl kirina vê biryarê dayîn Tirkiye baş nasnakin. Ev biryar demekî welê hat girtin ku, pêwendiyên me û Swed gelekî baş bûn û ber bi pêşve diçûna. Em qebûl nakin ku kesek li ser dîroka me biryara bide. Çi welat vi biryarê bistîne , dê helwesta me gelekî hişk be“
Di vê derbarê de wezîrê derve yê Swed Bildh jî axaftina xwe de got: “ Ev biryarên bi vî awayî prosese nêzîng bûne tehrib dike. Ez bi vê biryarê xemgînim, dema Tirkiye bangî sefîra xwe ya li Swed kir ,ev bû sedemê ku xemginiya me mestir bû. Em niha divê li ser encamên vê biryara parlementoyê bisekinin. Emê ji bo ketina Tirkiye ya Yekitiya Ewropa pişgiriya xwe bidin nîşandan û herweha dê pişgiriya çêbûna reforman li tirkiye bête kirin. Me hewl da ku em parlementeran ikna bikin ku vê biryarê qebûl nekin lê mixabin hate qebûl kirin. Divê em li pêşerojê binêrin, Em di pêşerojê de dixwazin Tirkiye beşek ji Yekitiya Ewropa be“
Niha li gelek welatên din jî ev rewşa Tirkiye tê gengeşekirin. Heta niha 19 welatan jenosîda dewleta Tirkiye qebûl kiriye. Ya herî rast ji bo Tirkiye ewe ku , ew bi xwe li dîroka xwedî derkevin û rastiya dîroka xwe bibînin. Di rastiyê de Dewleta Osmanî û cumhuriyeta ku berdewamiya Împaratoriya Osmanî gelek qirkirin dijê miletên din kirine. Bi dehan qirkirin dijî Kurdan kirine û heta wek niha vê yekê qebûl nakin. Lê Tirkiye muhasebekî li ser bûyerên dîrokî çêbike dê ji bo Tirkiye rihetiyekî di qada navnetweyî de peyda bike.
Dema desthilatên îro bûyerên xirab yên ne di dema wan de hatî kirin , qebûl bikin û lê xwedî derkevin ew bi xwe jî dibin şirîkê wî gunehî.
Gelek dewletan di dîroka xwe de qetliam û qirkirin kirine, lê ev yek qebûl kirine û doza lêborînê kirine. Rêya ku Tirkiye di qada navnetewî de rihet bike ewe ku; Hemû qirkirinên(Jenosîd) kirîn bi awayek vekirî qebûl bike û doza lêbûrînê li wan milettan bike. Dê hingê ev pirs ji rojeva siyasî ya cîhanê de jî newê gengeşekirin. Eger dewletek wek Iraqê qetlîama Helebçeyê wek jenosîd qebûl bike, divê ev yek ji Tirkan re bibe mîsalek berbiçav.
Rojeva Kurd/Xeber-Analîz