Navên 329 sîxûrên leşkeran eşkere bû
Li Tirkiye di vê pêvajoya guhertinê de rojane hinek tiştên balkêş derdikevin hole. Wek tê zanîn pirsgirêka Erzîncanê demek dirêje rojeva Tirkiye û meşgul dike û ev buyer bû sedemê tundiyek mezin di navbera hukumetê û dadweriyê de. Herweha hukumet û leşker vê bûyerê de gelek bazaran dikin û herkes hêviya encama vê buyerê ye.
Dozgeran piştî xir û cirek mezin îdeanameya doza Erzîncanê amade kirin û rêkirin Dadgehe. Di vê îdeanameyê de gelek belgeyên dewletê hene ku ew hemi nehînîne. Lê dozgeran ev belgeyên nehînî wek delîlek yê tawana leşkeran dît û êxistin di nav îdanameyê de.
Belgek ji van gelek balkêşe û dixweye dê demek dirêj gengeşe li ser vê belgeyê berdewam be. Di vê belgenameyê de nave 329 kesên ku sîxûrî(muxbirî) ji cendirman re dikiran û dikin heye. Ev nav ji beşên cûr bi cûr ji yên civakêne. Hej ev nav di nav raya gistî de bi temamî belav nebûne ,lê dema dadgeh destpê bike, dê ev nav jî di nav xelkê de belav bibin.
Bê goman eşkerebûna van navan bûyerek gelek girînge.