Kultur

Di bin ala Kurdistanê de Mustafa Barzanî

Biyografiya Mele Mustafa Barzanî ku ji aliyê Xoşevi Babekr û Pauel Shehtmanî ve hatibû nivîsandin bi navê »”Kürdistan Bayrağının Altında Mustafa Barzani Yaşamı ve Eylemi”  / Li jêr ala Kurdistanê: Mustafa Barzanî, Jiyan û Têkoşîna Wî« di nav weşanên Avestayê de derket. Kamiz Şeddadî kitêb ji rûsî wergerandiye tirkî.

Mele Mustafa Barzanî, di dîroka modern ya kurdan de ji aliyê civakî û siyasî ve bêşik akterê herî girîng e. Serpêhatiya wî serpêhatiya milletê kurd e.
Mele Mustafa ne tenê ji aliyê siyasî û civakî ve, bi jiyana xwe ya sade û mutewazi’ û di ser van hemûyan re bi exlaq û prensîbên xwe, weke stêreke geş tim û tim li asîmanê Kurdistanê dibiriqe.
Di van rojên ku encamên xebat û meşa wî ya dirêj bêhtir tên dîtin de, bi munasebeta roja jidayikbûna wî 14ê Adarê, em wî bi kitêbek biyografî bi bîr tînin: Li jêr ala Kurdistanê: Mustafa Barzanî, Jiyan û Têkoşîna Wî.

Ji cildê kitêba Mustafa Barzanî

»Ji cildê kitêba Mustafa Barzanî

»Kürdistan Bayrağının Altında
Mustafa Barzani Yaşamı ve Eylemi
Xoşevi Babekr&Pauel Shehtman
«
Rwergera ji rûsî: Kamiz Şeddadi
ISBN: 978-605-5585-11-2
21.5×13.5, 480 (46 foto) rûpel, 24 TL
www.avestakitap.com

Balkêş e ?
Close
Back to top button