Polîtîk

Ahmet Altan : Derew

DEREW
Ahmet Altan

Li gor min, herkesê ku li vî welatî dijî, divê beriya hertiştî ji wateya peyva “guman“ haydar be. Ji ber ku, li vê derê tevahiya sîstemê li ser “derewan“ hatiye avakirin.

Însanên vî welatî jî, ji sîstemeke perwerdahiyê ku “derewan wek rastî dide nîşandin“, ji ayîneke mezin a “mejî-şuştinê“ hatine derbas kirin.

A rastî, lîstika ku “hatiye damezirandin“ pir hêsan û ewqas jî dahiyane ye.

Binêrin, sê meseleyên bingehîn ku Tirkiyê û cîhanê tîne hemberhev hene.

Pirsa Ermenî

Pirsa Kurd.

Pirsa Qibris.

Hemû cîhan, tam tersî wan tiştên ku em dibêjin û baweriya xwe pê tînin, dibêje.

Em dibêjin, “Me Ermenî nekuştine”

Cîhan dibêje, “We kuştine”

Em dibêjin, “Em neheqiyan li Kurdan nakin”

Cîhan dibêje, “Hûn dikin”

Em dibêjin, “Em li Qibrisê mafdar in“

Cîhan dibêje, “Hûn ne mafdar in”

Di van meseleyan de, em li hember hemû cîhanê bi serê xwe ne.

Baweriya me pê heye ku hemû cîhan “derewan“ dike.

Em jî li hember vê yekê dibêjin, “Ji ber ku ji Tirkan ditirsin, hemû neyarê Tirkan e”

Gelo cîhan çima ji Emerîqayê, Almanyayê, Îtalyayê, Îngiltereyê, Rûsyayê û ji Japonyayê natirse, ji Tirkan ditirse.?

Çima hemû cîhan ji bo wan welatên ku paşeroja wan qasî ya Tirkiyê, hetta ji Tirkiyê bi xwînîtir e nabêje, “tu derewam dikî”. Çima ji me re dibêje, tu “derewan” dikî.

Em bi baweriyeke çawa dibêjin, hemû cîhan ji me ditirse, di derheqê me de “derewan” dike û bawerî pê tînin ku neyarê me ne.

Çima di derbarê vê yekê de qet gumanên me nîn in.?

Di rastiyê de jî, gelo em welatek ji Emerîqa, Rûsya, Almanya û ji Îngiltereyê xwurttir û tirsdêr in?

Dema hemû cîhan tersî me diaxife, gelo sedemê yekê tenê ewe ku ji “hêza me“ ditirsin?

Baş e, qet îhtimalek jî nîne ku rast bibêjin?

Nabe ku İttihatiyan Ermenî kuştibin? Di pêvajoya “Şerê Serxwebûnê“ (İstiklal Savaşı) de, me soza “wekhevî û otonomiyê“ daye Kurdan û dûre em li ser sozên xwe yên “wekheviyê“ nesekinîbin, di van 25 salên dawîn de 3 hezar gundên wan hatibin şewitandin,17 hezarên wan bûbin goriyên cînayetên “kiryar-nediyar“, heger em vê yekê red bikin, gelo wê ev yek ne neheqiyek be?

Em li Qibrisa ku xwedî dewletek serbixwe ye, 40 hezar leşker didin hewandin; lê em dema mafê perwerdahiya bi zimanê zikmakî nedin Kurdan û ji bo hemnijadên xweyî wê derê “dewleteke serbixwe“ bixwazin, gelo wê ev yek li pîvanên “dirustî û heqaniyetê“ bên?

Gelo em ji xwe bawerin ku di meseleya Ermeniyan, a Kurdan û ya Qibrisê de “rastiyan“ dizanin?

Em ji kîjan çavkaniyan fêrî van “rastiyan“ bûne?

Li ser ew “rastiyên“ ku em dizanin, gelo ji bilî “Gotinên dewleta tirk“ destûr dabin, me li çavkaniyeke din mêze kiriye?

Me ew biryarê “mafdariyê“, bi saya mercên ku rewşenbîr, nivîskar û zanyarên vê cîhanê bi awayek azad li ser van dokumentên paşerojê bixebitin, bi destxist.?

An jî, tenê em gotinên ku “dewlet“ dibêje her dubare dikin?

Li Tirkiyeyê, hîn di roja îroyîn de jî, ne gengaz e ku ev rastî, bêteref, vekirî, bi awayek ji hemû çavkanî û belgeyan sûdwergirtî bên ronîkirin.

Baş e, wê demê dewlet çima dixwaze em û “hemû cîhan“ bên hember hevûdin û em pê bawer bin ku neyarê me ne?

Bersiveke pir hêsan a vê pirsê heye.
Heger hûn bidin bawerkirin ku hemû cîhan neyarê we ye, wê demê wê baweriya we bi wê yekê jî bê ku hemû cîhan derewan jî dike.

Hûnê bitirsin .

Hûnê bixwazin hin kes we biparêzin

Kesên ku wê we biparêzin jî “dewlet û desthilatdarê wê ne”. Ji ber ku, hûn ji aliyê wan ve bên parastin, divê hûn tiştên ku ew dibêjin, dubare bikin; desthilatdariya wan nekin mijarê guftûgoyê, xwe bispêrin wan û bêdeng bimînin.

Heta ku hûn ji cîhanê bitirsin, hûnê neyartiya cîhanê bikin; heta ku hûn dijminê cîhanê bin, hûnê xwe bispêrin dewleta xwe û efendiyên xwê.

“Leyistoka hêsan“ ku bi awayek dahîyane hatiye damezirandin ev e.

Heta ku hûn li ser rastiyan lêkolînan nekin, meraq nekin, guman nekin, hûnê wek, “êsîrê“ rayedarên dewleta xwe bimînin, ji cîhanê dûr bikevin, tenê bimînin û dîlîtiya xwe bi awayek dilxwaz bidomînin.

Ti feydeya neçareseriya meseleya Ermeni, meseleya Kurd û meseleya Qibrisê, li ti însanên ku li vî welatî dijîn nîne; lê, feydeyeke mezin a vê yekê ji bo “efendiyên“ vî welatî heye.

Ji ber ku ew desthilatdariyên xwe li ser van derewan û “tenêbûna we“ didin damezirandin.

Heger hûn ji êsîrtiyê aciz bibin, bixwazin jê xelas bibin, li gor min, divê hûn ji “meraqkirinê“ û ji gumanbariyê destpêbikin Dibe ku hûn azadiya xwe di dawiya vê gumanê de bidestbixin.

10/03/2010/Taraf

[email protected]

(Wergera Kurdî: Rizgarî Online/Yado Ciwan)

Back to top button