Mafê mirovan binpê dibin
Rapora wezareta derve ya Amerîka beşa di derbarê rewşa Tirkiye de ji 25 rûpelan pêkhatiye û gelek xalan di têde cig digirin.. Di raportê de hatiye kifşkirin ku, hîna li Tirkiye rewşa mafên mirovan xirabe û mafên mirovan tê binpêkirin. Lê li gora di raportê de îşaret têkirin ku, mafên mirovan li Tirkiye ber bi pêşve diçe, û hinek gavên berbiçav hatine avêtin. Li gora vê raportê rêxistinên ku mafên mirovan diparêzin, gelek bûyerên îşkence , lêdan û zêdegavî kom kirine , ku ji alîyê hêzên ewlekarîya Tirkiye ve hatine encamdan. Di derbarê rewşa girtîgehan de, reporta wezareta derveya Amerîka tekezî li ser vê yekê kirî ye, ku rewşa gitîgehan li gora salên berê ber bi başbûnê ve çû ye, lê bi giştî rewşa girtîgeha hêja xirabe ji ber kuî gelek girtî di odeyên pir qelebalix de dimînin.
Rapor, behsa rewşa azadîya olî li Tirkiye dike û dide xuyakirin , ku azadîya olî bi temamî nehatîye misogerkirin û hîna hinek girûpên olî nikarin bawerîyên xwe bi şêweyekî azad cêbecî bikin û li ser bawerîyê xwe rastî zehmetîyan dibin. Di derbarê rewşa jinan de li Tirkiye di raporê de dide xuyakirin, ku dijwarîya hember jinan berdewam dike û kuştina jinan li ser navê namûsê li Tirkiye hîna berdewam e û herweha destdirêjîya cinsî li ser jinan wekî pirsekî serekî berdewam dike.
Herweha rapor, tekezî li ser vê çendê dike, ku keçên biçûk di temenekî kêm de bi zorê dihên zewicandin herçend ku qanûn li dijî vê yekê ye jî. Li gora raporta wezareta derveya Amerîka rêxistinên civaka sivîl gilî ji hukûmetê dikin ku bi daxuyanîyên xwe bandorê li ser sîstema dadwerîrê dirist dikin. Herweha di raporê de rexne li hukûmeta dihêt kirin, ku gelek caran pirosesa dadgahîkirinê demekî pir dirîj dikişîne.
Di raporê de bi çend xalan behsa pirsa Kurd jî hatîye kirin. Li gora raporê de hatî xûyakirin, hejmarekî hevwelatîyan û 10 bajêrvanên Kurd ji ber gotina peyva birêz ji bo Abdullah Ocalan hatine girtin. Di hemen demî de hejmarek kesên din wekî parêzer Eren Keskîn , nivîskar Edîp Polat û lîstikvanê Tv Murat Badikî ji ber ku peyva Kurdistan bi kar anîne hatine girtin û salek zindan ji wan re hatîye dîyarkirin. Reporta wezareta derveya amerîka behsa pirsa girtina partîyên sîyasîyên Kurdan li Tirkiye jî dike. Wezareta derveya Amerîka di beşekî rapora xwe de behsa girtina DTP-ê dike û radigihîne, ku 37 rêveberên DTP ji karên sîyasî hatine qedexekirin û herwisa 40 endamên ser bi DTP ku hinek ji wan bajêrvanin, bi tohmeta hebûna peywendî bi baskê sîyasîyê PKK, KCK re hatine girtin. Di dirêjîya raporê de di derbarê rewşa kurdan li Tirkiye wezareta derveya Amerîka tekezî li ser vê çendê kirîye , ku hukûmeta Tirkiye gelek zextan li BDP dike û nêzîkî 1000 dozan jî li hember endamên DTP ya qedexekirî vekirîye. Li gora raporê egera vekirina piranîya wan dozan li hember endamîn BDP axavtin û daxuyanîyên bi nzimanê Kurdî ye.