Vîdeo

Bila xwîna kurê min hawênê aşitî be(Vîdeo)

Xwepêşandanên li Silêmaniyê çêbûyîn hinek kesan êrîşek bir li ser baregehê PDK-ê şaxê Silêmaniyê. Di encam de gencek bi navê Rejwan jiyana xwe ji dest da û hinek jî birîndar bûn. PDK-ê, YNK-ê û partiyên din yên siyasî di derbarê vê bûyerê de beyan dan. Di medya kurdî de ev pirs piralî hate gengeşekirin.

Cîgirê serokê PDK-ê Nêçîrvan Barzanî, di konferansek rojnamegerî de, li ser vê bûyerê axivî û bersiva hemî cureyên medyayê da. Nêçîrvan Barzanî bi dilek firek, aşitîyane û rihek demokratîk ev bûyer nirxandin û helwesta xwe da diyarkirin. Herweha  Nêçîrvan Barzanî gencê ku jiyana xwe ji dest dayî wek şehîdek ragihand û ji bo birîndaran jî daxwaziya saxlemiyê kir.

Piştî vê bûyerê jî doh li bajarê Silêmaniyê hinek xwepêşandan çêbûn. Cardin beşek ji xewepêşandanan dixwestin ku li ser kuştina gencê bi navê Rejwan siyasetê bikin. Lê babê şehîd Rejwan, kesek dilşewitî, derket li himber medya û di derbarê şehadeta kurê xwe û van bûyeran de dîtinên xwe û daxwaziyên xwe ji bo raya giştî ragihandin.

Divê her kurdek baş guh bide gotinên babê Rejwan û ji xwere dersekî jê bitgre. Ev gotinên Babê Rejwan di PUKMediade hate weşandin. PUK media karek gelek hêja kir ku dengê vî babê dilşewat gihand raya giştî a kurd.

Ji bo guhdana dengê babê dilşewat:

 

Back to top button