Kovara Hinar û zimanê kurdî
JI HINARÊ
Tu carî wekî îro zimanê kurdî di nava rayagişti de evqas nehatibû niqaş kirin. Ev nîqaş bandorek erênî li civata kurda kiriye, civat di warê ziman de rabiye serpiyan. Em hêvîdarin ku wê ev pengava ziman a ku di van rojên kelecanî de hatiye avêtin wê çarenûsa zimanê kurdî biguhurîne û hemû xelekên bişaftinê bişkêne. Me jî wekî kovar, di vê pêvajoya hesas de dosyeyek taybet li ser rewşa perwerda zimanê kurdî amadekir û em bikêfxweşî pêşkêşî xwendavênê xwe dikin. Elbet mijara perwerda zimanê kurdî mijarek piralî û giring e, dibe ku dosyaya me amadekiribe qels jî bimîne. Xwendavên me yên hêja, kovara me salekî li pey xwe hişt û bi vê hejmarê pê avêt sala duduyan ev jî bi keda me û keda we pêk hat bi vê munasebatê em ji xwendevan, belavkar û kedkarên Kovara hinarê re spas dikin bi hêviya gelek salan. Di hejmara haftan de dîsa naverokek têr û tijî heye .
Di dosyeya taybet de hunê van niviskaran û nivisên bibînin: Haydar Diljen Pêşdibistanê Tirkiyeyê û Asmîlîsayon, Adar Jiyan Ziman û Perwerde,Mustefa Borak Rênexşaya Perwerdê û çend Xalên Bingehîn,Mamoste Mete Pêvajoya Perdehiyê û Ziman
Bi çîrokên xwe Girtîgeh û Dayikên Aştiyê Evdila Koçer, Gundê me Hayrettîn Arli û Lingên Tazî Ruhên Tazî Seyyal Çelîk cîh girtine.
Bi helbestên xwe Fatma Savci Çemê Xewnê, Berfo Barî Sînema, Reyhan Sarhan Barkirin, Ercan Doxan Bi Xatirê te û Law, Bîlal Onen Hindik ma, Stêrka Sîpan Bayê Sibê,Vehbî Vûral Gola Wanê,Abdurahman Dayan Helbesta zimanê Kurdî kovara me rengîntir kirine.
Hevpeyvîna me ya vê hejmarê bi Niviskar Kakşar Oremar re ye.
Dîsa Niviskar Lokman Polat Bi nivisa xwe ya Bi kurdî Pirtûka Pedogojiyê û Vahdettîn Budak bi nivisa Li ser Pirtûka Evîna Mêrxasekî cîh girtine.
Me vê di vê hejmarê de cîh da berhemên weşanxanên kurdî ên ku nû hatine weşandin.
Xwendevên me yên hêja hetanî hejmarek dinê bimînînin di xweşiyê de