Ji Şivan Perwer re
Ji Şivan Perwer re
Pesin darê teme ey xo bilindî tu şivan perwer
Sitêrek geþ li ser xakê gelo azman tu anî der
çi bêjim ez pesin nadim ji ter nîne kesek himber
Ji bona kurd tu rêzanî tu aram u ti wî mehder
Ciwanê kurd bi dil þadin ku dengê te dikin guhder
Sirudê te li her dorê di xwînin em ewa ezber
Ne zuryab u ne bethovin nejî pol robsonê esmer
Giran barê te nagrin ew li gorî te nabin himber
Li aywana kesra runê li ser textê zêr u mermer
Bi ala kurd bi xemlînin bi sor u kesk zer u gewher
Eve þahê saz u tambur ji dur tacê deynin ser ser
dergevanê tene îro hemu paþa u mîr u begler
Bi awaz u sitranê xwe bidijmin re dikî zor þer
Mîna durî li himber wan wekî tank u top u qember
Silavê min ji bona te ji qamiþla kul u keder
De bêje lo tu her bêje tu hêjaye þivan perwer
Xurşid Xelîl
[email protected]