CHP li Wanê di pirsa kurd de tiştek nû negot
CHP-ê civîna xwe ya Wanê pêkanî û serokê partiyê Kemal Kiliçdaroglu di cîvîna Wanê de axavtinek kir. Kiliçdaroglu di axavtina xwe de behsa pirsa kurd kir û dîtinên CHP-ê di derbarê pirsa kurd de dan xuyakirin.
Kemal Kiliçdaroglu di vê derbarê de got: Pirsa kurd pirsek cudaye. Em vê pirsêjî beşek ji pirsgirêkên ku em dibînin qebûl dikin. Aliyên vê pirsê yê siyasî,ekonomik ,civakî û çandî hate xeberdan. Dema em dibêjin rêya sêyem, em vê pirsê jî di nav pirsgirêkên din yên Tirkiye de dibînin. Em wek pirsek etnîk li vê pirsê nanêrin. Dema em di vê pencerê ve li pirsê binêrin dê çewt be. Me li vê derê li ser tundiyê û jariyê xeber da. Em ji derê Ak Partiyê û BDP-ê cevaz tir li vê pirsê dinêrin. Em di aliyê demokrasiyê û ekonomîk li vê pirsê dinêrin.
Rojnemevanan pirsa karanina zimanê kurdî ji Kiliçdaroglu kirin û li ser pirsa rojnemeyan Kiliçdaroglu ev bersiv da: Em bi awayek germî li perwerda zimanê kurdî dinêrin. Lê ez bawer nakim ku, îro ev pirs bête çareserkirin. Herkes dikare zimanê xwe fêr bibe ev mafek mirovatiye. Armanca me ewe ku em maf û azadiyan berfireh bikin.
Tiştên ku Kiêiçdaroglu di derbarê pirsa kurd de anîn zimên, wek dîtinên serokwezîrê berê Bulent Ecevît yê ji berî 30 salîne. Hêviya ku CHP li Wanê pirsa kurd vekê doxweyê vale derket.