Cîhan

Keştiyên ceng yên Îranê li Behra Spiyê ne

Artêşa Îranê 2 Keştiyên xwe yên cengî ber bi Suriyeyê ve bi re xist û duh jî ew her du keştiyên ceng ji kanala Suveyşê derbasî Behra Spiyê bûn.

Îran 2 hafte berê bi daxuyaniyekî diyar kirîbû ku dê 2 keştiyên ceng ji ber armanca perwerdehiyê ji Kanala Suveyşê derbasî Suriyeyê bibin. Îsrael jî bi awayekî tundî li dijî vê yekê derket û weka provakasyonek nirxandîbû.

Daxwaza Îranê ji aliyê berpirsyarên Suriyeyê ve hatîbû pejirandin û derbasbûyîna keştiyên Îranê jî pêk hat.

Televîzyona Îranî ya bi navê Al-Alam daxuya kirin ku her du keştiyên cengî yên Îranê ji Kanala Suveyşê derbas bûn û ber bi kendava Suriyeyê ve bi rê ketin.

Piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê care yekeme ku keştiyên Îranê li Behra Spiyê ne.

Back to top button