Cîhan

39 jin û 94 zarokên wî hene

Ziona Chana (67) li gundê Baktawng a Hîndistanê dijî û xwedî 39 jin, 94 zarok, 14 bûk û 33 neviyê ye. Di malbata Chanayê de 181 kes hene û hemiyê wan di xaniyek 4 qatî û 100 kockê de dijîn.

Ziona Chana ji bo xwe dibêje ‘’ Ezê xwe wekê kurekî taybet ya Xwedayê dibînim û ez dixwazim zewacên nû jî bikim’’.

Chana da zanîn ku hemî endamên mêr yên malbata wî merengoziyê dikin û malbata wan ti car ji hikumetê alîkarî ne stendiye ji ber vê yekî jî pesna xwe dide.

Ziona zewaca xwe ya ewilî di 17 saliya xwe de kir û di nava salekî de 10 caran zewiciye. Li gorî baweriya malbata Chana sînora zewacê tineye. Zewaca xwe yê herî dawiyê jî par kiriye.

Jinekî wî ya bi navê Rînkîmî jî 11 sale digel Ziona zewiciye û da zanîn ku ‘’ Ziona ciwantrînî gundê me ye. Dema ez jê re xizmet dikim ji bo min weka îbadete.

Back to top button