Bila kur bêjin ji bilî çîya, Amerika jî dostê meye
Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesruru Barzani tevli bernama kanala televizyona FOX a Amerikî bû. Barzani Bernama Çêrokên Şer a Kanala Fox de daxûyaniyên balkêş dan û bangî hukumeta Amerika ya nû kir.Mesruru Barzani got: Hêvîdarim ji naha û pê de em bikarin bibêjin ji bilî çiya, Amerîka jî dostê me ye.’Di bersiva pirseke pêşkeşvanê bernameya çîrokên şer a kanala fox news de, ku pirs kir kurd çi peyamekê bo rêveberiya nû ya Amerîkayê re dixwaze bibêje, Mesrûr Barzanî ragehand: ‘’Em daxwaz ji rêveberiya nû ya Amerîkayê dikin, qurbanî dana me kurdan li ber çav be.’’ Herwaha got: ‘’Ji bo ew bîr û bawerî û nirxên ku xelkê Amerîkayê rêz lê digre me qurbanî dane.’’ Derbarê nêrînên herêma Kurdistanê yên derbarê azadî û demokrasî de jî got: ‘’Baweriya me bi azadî, demokrasî, rêz girtina mafê mirov, azadiya olî û pêkvejiyanê heye, ji bo wê jî giringe Amerîka piştevaniyê li herêma Kurdistanê bike.’’ Derbarê dostayetiya kurd û hêviya xelkê Kurdistanê ya bi Amerîkayê de jî Mesrûr Barzanî got: ‘’Gotineke kevin heye, ku dibêje kurd dervey çiya ti dostekî wan tuneye, ez hêvîdarim ji naha û pê de em bikarin bibêjin dervey çiya Amerîka jî dostê kurda ye.’’