Civak

Serokwezîr beşdariyê di mersima sersaxiyê ya Haşimî Refsincanî de kir

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana konsulxaneya Komara Îslamiya Îranê kir û di daxuyaniyekê de got ku wan bi rêya konsulxaneya Îranê sersaxiyên serokê Herêma Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê gihanin ayetulah Xameneyî û malbata xwedêjêrazî Haşimî Refsincanî.Nêçîrvan Barzanî, êvariya roja çarşemê 11.01.2017ê, bi armanca beşdarîkirin di merasima sersaxiya xwedêjêrazî ayetulah Elî Haşimî Refsincanî, serokê Encumena balaya diyarkirina berjewendiyên Komara Îslamiya Îranê, seredana konsulxaneya Îranê ya li bajarê Hewlêrê kir û ji aliyê konsul û nûnerên Komara Îslamiya  Îranê ve hat pêşwazî kirin.

Serokwezîr sersaxî li hikûmet û gelê Komara Îslamiya Îranê kir û di daxuyaniyekê de got:- Armanca seredanan me bo konsulxaneya Komara Îslamiya Îranê ew bû ku, em sersaxiyên cenabê serokê Herêma Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya konsulxaneya Komara Îslamiya Îranê bi cenabê ayetulah Xameneyî rêberê Komara Îslamiya Îranê û herwesa bi malbata birêz a Haşimî Refsincanî re bigihînin.- Nasîna me digel birêz Refsincanî vedigere bo gelek salan beriya niha û di kevin de em hev du nas dikin. Birêz Refsincanî aşnayî digel cenabê serokê Herêma Kurdistanê, digel rehmetiyê bavê min û vê dawiyê jî digel min, me hev du ji nêzîk nas kir. Jidestdana wî birêzî ne bi tenê ji bo Îranê, lê ji bo tev gelên deverê xisareteke mezin bû. Em hêvîdar in Xwedayê mezin bi beheşta xwe şad bike û sebir û tehemlê bi malbat û hemû berpirsên Komara îslamiya Îranê bide.Her bi vê minasibetê konsulê Îranê got:- Wefatkirina ayetulah Haşimî Refsincanî, weke serokwezîr gotî, ji bo Komara Îslamiya Îranê û ji bo wan dostên ku temenek naskirinê pê re hebû ziyaneke mezin bû.- Refsincanî ji wan kesatiyan bû ku, ji nizîk dostînî digel kesatiyên pêş serhildana sala 1991ê hebû, têkeliyên rasterast digel birêz Barzanî û berpirsên din hebûn, ev bûyer ji bo me û dostên me ziyaneke mezin bû. 

Back to top button