Şanda YNKê ligel şandeke PDKê civiya û di civînê de pirsgirêkên siyasî û aborî yên Herêma Kuridstanê hatine gotûbêjkirin û ragihandin, ku ew dê piştgirî û hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin. Li Hewlêrê şanda YNKê ya di bin serokatiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Gîştî Kosret Resûl de ligel şandeke PDKê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de civiya. Di civînê de pirsgirêkên siyasî û aborî yên Herêma Kuridstanê hatine gotûbêjkirin. Piştî civînê bi navê polîtbûroya her du partiyan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ragihandin; “Di civînê de derbarê pêşxistin û guncandina pêwendiyan gotûbêj hatine kirin. Bi taybetî jî mijarên weke hikûmranî, pêwendiyên Kurdistanî, pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên ligel hikûmeta Iraqê û welatên  hatine nirxandin.” Polîtbûroya PDK û YNKê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kirin, ku derbarê çareserkirina krîza darayî guftûgo pêkanîne û ragihandin; “Piştgirî û hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.” PDK û YNK diyar dikin, ku di civîna xwe de mijara peydakirina rêşûnên guncaw ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bi taybet jî mijara çalakkirina parlamentoyê gotûbêj kirine. Li gorî ragihandinê di civînê de biryar hatiye dayîn komîsyonek bê avakirin, ku nûnertiya hemû aliyên siyasî û pêkhateyên neteweyî jî bike, ev komîsyon mijarên weke pirsgirêka herêmên 140, referandûm û serxwebûna Kurdistanê yekalî bike. Polîtbûroya her du partiyan tekez dikin, ku ji bo çareseriya pirsgirêkan dê civînên wan berdewam bikin. Pêşniyarên YNKê Beriya civînê peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand, YNK ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê projeyek amade kiriye û di projeyê de derbarê serokatiya Herêma Kurdistanê de pêşniyar hene. Peyamnêrê me da zanîn, ku YNK pêşniyar dike, kursiya serokatiya herêmê li gel PDKê bimîne. Eger serokatiya herêmê ligel PDKê nemîne jî ji bo rêvebirina karûbarên serokatiya herêmê desteyek were pêkanîn, ku herî kêm ji du kesan pêk bê. Pêşniyara sêyemîn jî ew e, ku kesekî bê alî bibe serokê herêmê. Peyamnêrê me daxuyand, ku pêşniyartên din ên YNKê wiha ne; “Serokeke nû yê parlamentoyê bê hilbijartin. Herwiha sîstema rêveberina wezareta samanên sirûştî bê sererastkirin. Ev wezaret serpereştiya şîrketên petrolê bike û şopandina karê berhemanîna petrolê bike, xwe tevlî firotin û dahata petrolê neke.” Hêjayê gotinê ye, ku di şanda YNKê de Kosret Resûl, Mele Bextiyar, Omer Fetah, Qadir Hemecan, Sedî Ehmed Pîre, Rizgar Elî, Erselan Bayîz, Cefer Şêx Mistefa cîh digrin. Şanda PDKê de jî Nêçîrvan Barzanî, Fazil Mîranî, Îzedîn Berwarî, Azad Berwarî, Mehmûd Mihemed, Dr. Roj Nûrî Şawês, Kakemîn Necar û Dilşad Şehab pêk tê. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: