Bi lîtrekî ve 100 km !
Hîbrida dîzel ya Volkswagenê bi lîtrekî sotemeniyê ve derbasî 100 kîlomîtro rê diçe.
Volkswagen li paytaxta Qatar Dohayê di Motor Showê de daxuyakir ku tirimbêlek bi şarz û bi elekrîkê û ji bo 2 kesî ya bi navê XL1’ê piştî sala 2013’an bên firotin.
Hate diyar kirin ku tirimbêl di serî de li Elmanya û li Îngîlistanê û pişt re jî li Emerîka û li Çînê bên firotin.
Li gorî planê di destpêkê de li karistanê Wolfsburgê tenê 100 heb XL1 bên hilbêrin. XL1 bi hêza 48 beygîre û bi motorekî dîzal ya 800 cc herwiha xwedî motorekî elektrîkî ya 27 beygîrêye.
XL1 bi prîzekî xaniyê jî şarz dibe û bi pîl jî dikare bênavber derbasî 35 kîlomîtro rê bibe.
Hate diyar kirin ku XL1 piştî derbasî 100 kîlomîtroyê tenê lîtrekî sotemeniyê xerc dike. XL1 di seatekî de 160 km sûrat dike.