Her du dildar hatin recmkirin

Her du dildar ji ber sedema zînayê bi awayekî hovane hatin kuştin.

Li eyaleta Afganistan Qunduzê du dildar ji ber sedema zînakirinê li ber xelkê ji aliyê mîlîtanên Talîban ve hatin recmkirin.

Li gor nûçeya Dailyu Mailê li bajarê Deştî Arçî ya eyaleta Qunduzê keçekî 19 salî ya bi navê Sidiqa ji mala xwe reviya û digel dilgirtiya xwe ya bi navê Hayyamê destpê jiyanekî nû kirin.

Li ser afûkirina malbata Sidiqa her du dildar jî vegeriyan gundê xwe. Lê belê ew dawiya wan bû.

Her du dildar ji aliyê desthilatdarên bajarê Talîbanê ve ji cezayê recmê re hatine mehkum kirin.

Bûyer di meha kewçêrê (cotmehê) de hatiye jiyandin û dîmenên bûyerê jî ji aliyê mîlîtanên Talîbanê ve jî  hatiye qeydkirin.

Li vîdyoyê jî xuya dibe ku Sidiqa hetanî newqa xwe di nawa axê de ye û li ser Sidiqa ji aliyê qarabarixê ve bi awayekî hovane kevir tên barandin.

Sidiqa ji ber tesîrê keviran hêşa xwe winda dike û dûvre mîlîtanek Talîban li nêzîkî Sidiqa bi tifinga AK-47ê li serê Sidiqa du car gule dibarîne.

Pişt re dildarê Sidiqa Hayam xuya dibe. Her du destê wî li paşê xwe hatine girêdan û Hayam jî weka Sidiqa bi awayekî hovane hate kuştin. Hate dîtin ku Hayyam berê ya mirinê dihîqike.

Nêrînek

  1. Dema ku mirov îslam parast, divê bûyerên wusa jî gere biparêze.. Talabîn jî îslamê diparêze û ew karên wan jî gor rêbaza îslamê ye, ne dubendî ye.! Yanê talîban gor quranê tevdigere.\r\n\r\nKa em weki Kurd, ji bûyerên wusa ders digriin an na.!? Bi $êwekî din; gelo em jî îslamê biparêzin an na.!?

Nerîna min :