Polîtîk

Lêkolîner Robert Lowe tê Konferansa Stockholmê

Lêkolînêr û yek ji berpirsiyarên Enstîtuya Kraliyeta Ingiliztanê, ”Chatham Hause”ê berê û şefê niha yê beşê rojhilata navîn di ”The London School of Ekonomicks and Politikal Science” Robert Lowe beşdarî konferansa navnetewî ya Stockholmê, li ser Rojavayê Kurdistanê dibe.

Robert Lowe li ser pirsa rojhilata navîn, û bi taybetî rojavayê Kurdistanê lêkolînên wî belav bûne û li ser pirsa Kurda têra xwe kur e.

Agehdariya li ser pirsê ji kordînatorên Kurdocide Watch CHAK ê Gabar Çiyan û Azad Heyder hate belavkirin:

”Konferansa Navnetewî li Stockholmê li ser ”Rojavayê Kurdistanê û zextên rejîma Suriyê” di 12 sibata 2011 an de li ABF a Stockhomê, saet 12.00 an pêk tê. Gelek siyasetvan, dezgehên mafê mirovan beşdar dibin. Her wisa çend kesên pispor ku li ser pirsê xwedî dîtin û gotin in beşdarî konferansa me dibe. Piştî beşdarbûna Dr. Ismail Beşikçi, biryara hatina birêz Robert Lowe em kêfxweş kirin.

Ji Kurdistanê û welatên Ewropayê kesên din jî beşdar dibin. Di demek kin de, programa konferansê tê belavkirin”…

 

CHAK Dokumentation Center-EuroKurd News

Back to top button