Diya Ciwan Haco çû rehmetê

Diya hûnêrmendê naskirî Ciwan Haco saadet xanim  li welatê Swed çû ser dilovaniya xwe. Saadet Xanim temenê 86 salî li nexweşxaneyê piştî nexweşiyek dirêj doh evarî çû rehmetê.  saadet xanim ji binemala  Resulê Miheme bû û ew jî sala 1929-ê piştî serhildanekî şkestin û hatin binê xete.

Seadet herweha pîreka Brahim Haco bû. Kurê wê Nayif Haco jî li Bakurê Kurdistanê hatibû şehîd kirin. Sadet xanim dibe meta nivîskarê Rojeva Kurd Dara Bîlek û dibe jin mama nivîskarê Rojeva Kurd kamîran Haco jî.

Em wek desteya rêvebir ya Rojeva Kurd, serxweşiya binemala Haco û zarokên wê û herweha li tevahiya mirovên wê dikin. Bila rehmeta xwedî lêbe û cihê wê biheşt be.

 

 

Nêrînek

  1. Ji dil daxwazên xwe yên sersaxiyê digihînim zaroyên meta Saadet, sersaxî ji bo binemala Haco… Xweda bi rehma xwe shah ke..\r\n\r\nCemal Batun\r\n_______________

  2. JI MALBATA HACO RE.\r\nJI HUNERMEDÊ HÊJA CIWAN HACO RE.\r\n\r\nBi êş û keder me nûçeya koçkirina Seadet xanim Haco bihîst.\r\nEz binavê malbata Cegerxwîn sersaxiya malbata Haco û Hunermend Ciwan Haco û malbata wî dikim , rehma xwedê lêbe û cihê wê bihişt be û xwedê wê bi dilovaniya xwe şa bike bila serê we sax be.\r\nMALBATA CEGERXWÎN\r\nKesra STOCKHOLM

Nerîna min :