28'ê Rêbendan
28’ê Rêbendan
Di sala 1955’an û di rojekî wekê îroyê de Serok Komarê niha yê Fransa Nicolas Sarkozy hate dinê.
Nicolas Sarkozy (bilêvkirina bi kurdî: Nîkola Serkozî) (28’ê Rêbendana 1955’an, Parîs) siyasetvanekê Fransayê ye ko di roja 6’ê gulanê a sala 2007’an de wekî serok komarê 23. komara Fransayê hat hilbijartin û roja 16’ê gulana sala 2007’an bi awayekî fermî wekî serokkomar şûna Jacques Chirac girt.
Sarkozy bi baweriyên şopparêzên xwe di warê qanûn û tenzîmatê da hatiye niyasîn. Ew sîstemeke aborî ya gelek serbesttir jibo Fransayê dixwaze. Rexnegirên wî dibêjin ko ew mirovekê demagog e û bi sanahî azadîyên bajêrwarane gorî bidestveanîna hêza siyasî dike. Ew bi tewawî dijberî çûna Tirkiyê bo nav Yekîtiya Ewrûpayê ye.
Heta 26’ê adarê sala 2007’an ew wezîrê Navxwe yê Fransayê bû.
Sarkozy li roja 28’ê Befirbara Paşîn a 1955’an wekî Nicolas Paul Stéphane Sarközy de Nagy-Bocsa li malbateka bi koka xwe macar li Parîsê hat dinyayê. Bavê wî, Pál Sárközy de Nagy-Bócsa, ji malbateke arîstokrat a mişextên macar bû; dê ya wî jî, Andrée Mallah, ji malbateke cihûyên sefardî ya Fransayê bû.